Fewaz Zoba li dijî planên DAIŞ û dewleta Tirk banga hevgirtinê kir

Serokê Meclisa Qebîleya Cibûr, Fewaz Zoba bang li gelê herêmê kir ku ji bo têkbirina planên DAIŞ û piştevanê wê yê sereke dewleta Tirk a dagirker hevgirtina xwe ava bikin û piştgiriyê bidin hêzên parêzvanên herêmê.

Fewaz Zoba li dijî planên DAIŞ û dewleta Tirk banga hevgirtinê kir
22 ÇILE, 2022   07:14
HESEKÊ

Şaneyên çeteyên DAIŞ`ê êvara pênşemê êrişî girtîgeha Sînaa ya taxa Xiwêran a bajarê Hesekê kirin û hewl dan girtiyên xwe ku zêdetirî 5 hezar e, birevînin.

Dema QSD`ê û Hêzên Ewlekariya Hundirîn destwerdan kir, artêşa Tirk a dagirker herêmên cuda yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir hedef, herî dawî jî balafireke bêmirov li ser rêya gundê Tiwêna, erebeya Meclisa Leşkerî ya Til Temirê kir hedef ku ji bo piştgiriya li dijî şaneyên DAIŞ'ê berî dida Hesekê.

Têkildarî mijarê serokê Meclisa Qebîla Cibûr a Hesekê Fewaz Zoba El-Milhim ji ajansê re axivî û got: "Êrişên DAIŞ`ê li ser Xiwêranê, ne cara yekemîn e û hemwextî vê yekê dewleta Tirk a dagirker êriş kir. Ev yek girêdana di navbera her du êrişan de nîşan dide."

Zoba ev li gotina xwe zêde kir: "Herêmên me ji aliyê DAIŞ û dewleta Tirk a dagirker ve ku destekê dide DAIŞ`ê, têne hedefgirtin, ji lew re divê em li dijî van êrişan hevgirtina xwe ava bikin û destkeftiyên ku bi saya ewladên me yên şehîd hatine bidestxistin biparêzin."

Fewaz Zoba rola QSD`ê û Hêzên Ewlekariya Hundirîn a parastina herêmê silav kir û wiha gotina xwe bi dawî kir: "Em hêvî dikin ku li dijî DAIŞ`ê û piştevanên wan, bi ser bikevin."

(eh)

ANHA