Artêşa Tirk hêzên xwe li derdora Til Temirê zêde dike

Hemwextî êrişên şaneyên çeteyên DAIŞ'ê li ser girtîgeha Xiwêran a Hesekê, artêşa Tirk a dagirker leşker û çeteyên xwe li eniyên şer ên bi navçeya Til Temirê zêde dike.

Artêşa Tirk hêzên xwe li derdora Til Temirê zêde dike
21 ÇILE, 2022   14:45
HESEKÊ

Nûçegihanê me ji Til Temrê ragihand ku artêşa Tirk a dagirker leşker û çeteyên xwe xwe li eniyên şer ên bi navçeyê re zêde dike.

Ev tevger di demekê de ku şaneyên çeteyên DAIŞ'ê êrişî girtîgeha Xiwêran a Hesekê kirin, pêk hat.

Beriya çend kêliyian balafireke bêmirov a bi çek a dewleta Tirk a dagirker erebeya Meclisa Leşkerî ya Til Temirê bomebebaran kir ku ji bo piştgiriya Hêzên Ewlekariya Hundirîn û QSD'ê li dijî şandeyên DAIŞ'ê diçû Hesekê.

ANHA