Di êrişa li Şengalê de fermandarek û şervanekî YBŞ'ê şehîd bûn û 2 birîndar bûn

Di êrişa balafirên bêçek a bimirov ên dewleta Tirk a dagirker a li ser Şengalê de fermandarek û şervanekî YBŞ’ê şehîd bûn û 2 jî birîndar bûn.

Di êrişa li Şengalê de fermandarek û şervanekî YBŞ'ê şehîd bûn û 2 birîndar bûn
21 ÇILE, 2022   14:45
NAVENDA NÛÇEYAN

Îro li Şengalê saet derdora 15:30’an, li Geliyê Şilo balafirên bêmirov ên biçek ên dewleta Tirk a dagirker, êrişî 2 wesayîtan kirin.

Li gor agahiyan, di encama vê êrişê de ji fermandarên Yekîneyên Berxwedana Şengalê (YBŞ) Azad Îzdîn û şervanê YBŞ'ê Enwer Tolhildan şehîd bûn û 2 şervanên din birîndar bûne.

Tê payîn derbarê nasnameya şehîd û birîndaran de Fermandariya Giştî ya YBŞ’ê daxuyaniyeke belav bike.