Rêveberiya Xweser: Em ê projeya xwe bikin rêya rizgarkirina herêmên dagirkirî

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi boneya salvegera damezirandina xwe daxuyaniyek da û diyar kir ku “Em ê vê projeyê û destkeftiyên ku hatine bidestxistin, bikin rêya rizgarkirina herêmên dagirkirî û vegera koçberan li warên wan.”

Rêveberiya Xweser: Em ê projeya xwe bikin rêya rizgarkirina herêmên dagirkirî
21 ÇILE, 2022   14:38
QAMIŞLO

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê di daxuyaniya xwe de ku bi boneya salvegera damezirandina xwe (21 Çile 2014) daye, wiha got:

“Ji ber aloziya li Sûriyê hate eşkerekirin ku gelek hêz aloziya li Sûriyê bi kar tînin da ku berjewendî û ajandeyên dewletên herêmî pêk bînin. Rola van hêzan li Sûriyê wêrankirin, parçekirin, astengkirina çareseriya pirsgirêkên Sûriyê û astengkirina lihevkirina nîştimanî bû. Wekî her tim jî yekemîn ew hêz, dewleta Tirk e.

Projeya Rêveberiya Xweser li herêmê projeyeke yekane ye ku li gel aloziya Sûriyê û mudaxeleyên hêzên derve di siyaseta navendî ya rejîmê de derket holê. Bingehên vê projeyê xurt in û rêgezên hevbeşiya civakî yên vê projeyê, îro dibin bingeha çareseriyê.

Piştî derbasbûna 7 salan di ser avakirina projeya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk re di 21`ê Çileya 2014`an de, em dibêjin ku ev proje ji bo guhertineke demokratîk li Sûriyê û pêwîstiya Sûriyê ya çareseriyê hat damezirandin.

Ruxmî hemû hewldanên tesfiyekirinê û êrişan li dijî vê projeyê, berdewamiya vê projeyê û pêşketina wê îsbat dike ku ew nûnertiya xeta Sûriyeya demokratîk a pirreng dike.

Em soz didin gelê xwe ku vê xetê, rêgeza pirrengiyê û demokrasiyê berdewam bikin. Em bang li gelê xwe dikin hevgirtî û yek bin, ji ber ku ew misogeriya serkeftinê ye.

Em diyar dikin ku kesên vê projeyê paşguh dikin û hewl didin têk bibin, hewl didin pêkanîna guhertineke demokratîk li Sûriyê û peydakirina îstiqrara giştî asteng bikin. Projeya me; projeyeke demokratîk e û xwedî pîvanên nîştimanî ye. Ji bo çareseriyeke giştî li Sûriyê dikek e ku hêviyên gelê Sûriyê bi giştî pêk bîne.

Em bi vê boneyê spasiya gelê xwe dikin û hemû şehîdan bi bîr tînin. Fedakariyên şehîdan bingeha serkeftina projeyê û berdewamkirina wê ye. Em ê vê projeyê û destkeftiyên ku hatine bidestxistin, bikin xizmeta Sûriyeyeke hevgirtî ya demokratîk û em wê bikin rêya rizgarkirina herêmên dagirkirî û vegera koçberan li warên wan.”