Balafirên Koalîsyonê li Hesekê çeteyên DAIŞ’ê bombebaran kirin

Balafirên şer ên Koalîsyona Navneteweyî li taxa Xiwêran a Hesekê avahiyeke ku çeteyên DAIŞ’ê xwe tê de bi cih kiriye, bombebaran kir.

Balafirên Koalîsyonê li Hesekê çeteyên DAIŞ’ê bombebaran kirin
21 ÇILE, 2022   14:25
NAVENDA NÛÇEYAN

Li taxa Xiwêran a Hesekê operasyona QSD’ê û Hêzên Ewlekariya Hundirîn a li dijî çeteyên DAIŞ’ê berdewam dike.

Piştî ku êrişa çeteyan a li ser girtîgehê hate têkbirin, çeteyan xwe li taxên derdora girtîgehê veşart. Avahiyeke ku çeteyan xwe lê bi cih kiriye, ji aliyê balafirên şer ên Koalîsyona Navneteweyî ve hate bombebarankirin.

Der barê encamên bombebaranê de agahiyên berfireh bi dest neketin.

ANHA