Îlhamî El-Milêcî: Divê civaka Ereb jî tev li kampanyaya derxistina PKK`ê ji ‘lîsteya terorê’ bibe

Nivîskar û rojnamevanê ji Misirê Îlhamî El-Milêcî got biryara xistina navê PKK`ê di "lîsteya terorê" de ne rewa ye û diyar kir "Vê partiyê doza gelekî girtiye ser xwe û bi armanca têkbirina çeteyên DAIŞ`ê roleke aktîf lîst. Hêvî dikim ku cîhan û civaka Ereb tev li kampanyayên derxistina navê wê ji lîsteya terorê bibin."

Îlhamî El-Milêcî: Divê civaka Ereb jî tev li kampanyaya derxistina PKK`ê ji ‘lîsteya terorê’ bibe
21 ÇILE, 2022   08:55
NAVENDA NÛÇEYAN - EKREM BEREKAT

Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) ji sala 1978`an û bi vir ve ji bo doza gelên bindest tê dikoşe ku di encama peymanên hêzên cîhanê de mafên wan hatine desteserkirin û Kurdistan jî kirin çar parçe.

Hêzên cîhanê yên Kurdistan kirin çar parçe, xwest şoreşên Kurdan ên li Kurdistanê têk bibin û hîna jî dijminatiya gelê Kurd dikin. Ev yek di Komploya Navneteweyî ya li dijî rêber Abdullah Ocalan de û xistina navê partiyê di "lîsteya terorê" de diyar bû.

Nivîskar û rojnamevan Îlhamî Milêcî diyar kir ku DYA û Yekitiya Ewropayê (YE) navê PKK`ê li ser bingeha qanûna "Tişta ku li ser derewan hatiye avakirin, derew e" xist "lîsteya terorê" û ev li gotina xwe zêde kir: "Partî mafekî xwe bi kar tîne ku di lihevkirin û peymanên navneteweyî de hatiye dabînkiirn. Ew ji bo mafên gelê xwe tê dikoşe."

El-Milêcî destnîşan kir ku gelek nîşane eşkere dikin ku biryara Amerîka û Ewropayê, nabe li ser PKK`ê were pêkanîn. Ji ber ku di şerê çekdarî yê nenavneteweyî de aliyek e û ev yek di çarçoveya razîkirina dewleta Tirk de hatiye kirin. El-Milêcî wiha pê de çû: "Ji ber ku endameke NATO`yê ye. Ev jî tê wateya ku bi armanca razîkirinê ev biryar hatiye dayîn û dûrî qanûn û peymanên navneteweyî ne ku mafê partiyê di têkoşîna li hember tundî û terora li dijî gelê xwe de diparêze."

‘PKK DI TÊKBIRINA DAIŞ`Ê DE BI ROLEKE AKTÎF RABÛ’

Îlhamî El-Milêcî îşaret bi rola PKK`ê di şerê li dijî çeteyên DAIŞ`ê de kir û got: "Partî di têkbirina DAIŞ`ê ya terorîst de li xaka Bakur û Rojhilatê Sûriyê û herêma Şengalê bi roleke aktîf rabû. Li aliyekî din jî destetek da gelê wan herêman. Ev jî isbat dike ku tevgereke nîştimanî ye û hewl dide hêviyên gelê xwe bi cih bîne, îstiqrara herêmê misoger bike û ji terorê paqij bike. Her wiha xwedî exlaqê mirovî ye ku qûta şêniyên herêmên rizgarkirî û ewlehî lê peyda kir."

ꞌPKK`Ê DOZA GELÊ KURD GIRTIYE SER XWEꞌ

El-Milêcî da zanîn ku ger navê PKK`ê di lîsteyê de bimîne, dê bandorê li têkoşîna gelê Kurd û doza wan bike, lê ev yek li dijî hemû pîvan û peymanên navneteweyî ye. Ji ber ku partiyê doza gelê Kurd girtiye ser xwe û parastina mafên gel dike.

Îlhamî El-Milêcî siyasetên dewleta Tirk ên li dijî gelê Kurd ên wekî bikaranîna çekên kîmyewî, koçberkirina wan û guhartina demografiya herêman wan, wek terora dewletê wesifandin û got: "Li gorî qanûnan mirov dikare rejîma Tirk bixe lîsteya terora dewletê, ji ber ku rejîma Tirk hemû rêbazên çewisandinê li dijî gelê Kurd bi kar tîne, lê Kurd ji bo mafên xwe yê jiyana ewle û aştiyane tê dikoşin."

Îlhamî El-Milêcî da zanîn ku kampanyayên di vê dawiyê de bi armanca derxistina PKK`ê ji "lîsteya terorê" li dar ketine, gavên girîng in û hêvî kir ku hemû azadîxwazên li cîhanê û civaka Ereb jî tev lê bibin û xebatan bi armanca pêkanîna vê yekê bimeşînin.

(eh)

ANHA