QSD: Rewşa girtîgehê di bin kontrolê de ye

Navenda Ragihandina QSD'ê diyar kir ku Hêzên Ewlekariya Hundirîn bi desteka QSD'ê tevliheviya ku çeteyên DAIŞ'ê di girîgeha Xiwêran a Hesekê de derxistin, kontor kirin.

QSD: Rewşa girtîgehê di bin kontrolê de ye
20 ÇILE, 2022   21:12
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandinê ya QSD'ê têkildarî êrişa şaneyên çeteyan a li girîgeha Xiwêran a girtiyên DAIŞ' ya li bajarê Hesekê û tevliheviya ku çeteyên girtî di girîgehê de derxistin agahiyên nû dan.

Di daxuyaniya QSD'ê de ev agahî hatin parvekirin: " Hêzên Ewlekariya Hundirîn bi desteka QSD'ê îsyana ku terorîstên DAIŞ'ê di girîgeha Xiwêran a Hesekê de derxistin, kontor kirin.

Terorîstên DAIŞ'ê betanî û madeyên blasîkî yên di girîgehê de şewitandin da ku aloziyê derxînin.

Hejmareke endamên şaneya terorîst ê ku ji derveyî sûrê êrişî girîgehê kirin, ber bi taxa Zihûr a nêzî girtîgehê ve reviyan û xwe di malên sivîlan de veşartin. Hêzên derdora herêmê dopêçkirine."

ANHA