Şêniyên Dêrikê: Em bi şêniyên Efrînê re ne

Şêniyên Dêrikê nerazîbûn nîşanî sûcên dewleta Tirk a dagirker ên li Efrînê da û got: "Em ê şêniyên Efrînê re ne heta ku li warê xwe vegerin."

Şêniyên Dêrikê: Em bi şêniyên Efrînê re ne
20 ÇILE, 2022   17:34
QAMIŞLO

Bi dehan şêniyên navçeya Dêrikê li sûka navendî kom bûn û bi daxuyaniyekê êrişên dagirkirinê yên dewleta Tirk ên li ser Efrînê û bêdengiya navneteweyî şermezar kirin.

Daxuyanî ji aliyê endamê fermandariyê HPC'ê Hisên Remedan ve hate xwendin.

D daxuyaniyê de hate gotin, gelê herêmê bi tevahî pêkhateyên wê piştgiriyê didin şêniyên Efrînê û yên herêmên din ên dagirkirin û dê vê piştgiriyê bidomînin heta ku Efrîn ji faşîzma dewleta Tirk were rizgarkirin û şênî li warê xwe vegerin.

Di berdewama daxuyaniyê de bal hate kişandin li ser bêdengiya li hemberî êrişên li ser Efrînê û wiha hate domandin: "Mîna vê rojê wijdanê mirovahiyê û maskên wê hatin xwarin. Li pêşberî çavê her kesî, jin, zarok û kesên bêguhen bi çekên Tirkiyê yên pêşketî ku NATO'yê pêşkêş dikir, hatin qetilkirin. Lê rêxistinên mirovî û navneteweyî bêdeng man."

Di dawiya daxuyaniyê de hate gotin: "Bi têkoşîna keç û xortên me em li ser lingan sekinîne, em li hemberî dagirkeriya Tirk têdikoşin. Tirkiyê dixwaze planên xwe li ser hesabê gelên herêmê zindî bike. Lê pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê wê li hemberî pozbilindiya faşîzma Tirk û çeteyên wê bêdeng nemînin."

Piştî xwendina daxuyaniyê diruşmeyên silavkirina berxwedana Efrînê hatin berzkirin.

ANHA