Li Heleb û Kobanê pêşangehên wêneyan

Bi boneya salvegera 4`emîn a êrişên li dijî bajarê Efrînê Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê û Yekitiya Jinên Ciwan li bajarê Helebê û Kobanê pêşangehên wêneyan vekirin.

Li Heleb û Kobanê pêşangehên wêneyan
20 ÇILE, 2022   15:03
HELEB-KOBANÊ

Bi boneya salvegera 4`emîn a êrişên artêşa Tirk a dagirker ên li dijî Efrînê, Yekitiya Jinên Ciwan pêşangeha wêneyan vekir.  Di pêşangehê de wêneyên şehîdên Berxwedana Serdemê hatin pêşandan. Her wiha wêneyên ku balê dikişîne ser rewşa Efrînê ya berî û piştî dagirkirinê.

Pêşangeh li kolanke sereke li aliyê rojhilatê taxa Şêxmeqsûd a Helebê hate vekirin.

Derdora sed wêneyên ku balê dikişîne li ser sûcên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li Efrînê  hatin pêşandin.

Li gorî kesên pêşangeh birêxistin kirine, armanca sereke ji pêşandina wêneyan ew e ku balê bikişînin ser hovîtiya dewleta Tirk li dijî gelê Efrînê, di heman demê fedekariya hêzên parastina Efrînê di wê demê de kirine bidin xuyakirin.

KOBANÊ

Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê û Yekitiya Jinên Ciwan a Herêma Firatê pêşangeha wêneyan li bajarê Kobanê vekir. Di pêşangehê de bi dehan wêneyên rewşa beriya dagirkeriyê û piştî wê destnîşan dikin, hatin darvekirin.

Bi dehan şêniyên bajarê Kobanê û endamên saziyên sivîl ên bajêr tev li pêşangehê bûn.

Armanc ji orgenîzekirina pêşangehê ew e ku bajarê Efrînê ya piştî dagirkirinê û beriya wê ji raya giştî re bide xuyakirin.

Têkildarî mijarê endamê Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê û amadekarekî birêxistinkirina pêşangehê, Ehmed Derwîş axivî û got: "Armanca me ji vê pêşangehê ew e ku wefadariya xwe ji bajarê Efrînê yê dagirkirî re diyar bikin ku hîn jî em li ser soza xwe ne û dê rojek were em ê vî bajarî ji qirêjiya terorê rizgar bikin û li xwediyê wê vegerînin."

(eh)

ANHA