Bi deh hezaran Efrînî: Em ê berxwedanê xurt bikin û dagirkeriyê têk bibin

Bi diruşma "Em ê Berxwedana Serdemê xurt bikin û dagirkeriyê têk bibin" Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê meşeke girêseyî bi boneya salvegera 4'emîn a êrişên dagirkirinê yên li Efrînê li navçeya Şêrawayê li dar xist.

Bi deh hezaran Efrînî: Em ê berxwedanê xurt bikin û dagirkeriyê têk bibin
Bi deh hezaran Efrînî: Em ê berxwedanê xurt bikin û dagirkeriyê têk bibin
Bi deh hezaran Efrînî: Em ê berxwedanê xurt bikin û dagirkeriyê têk bibin
Bi deh hezaran Efrînî: Em ê berxwedanê xurt bikin û dagirkeriyê têk bibin
Bi deh hezaran Efrînî: Em ê berxwedanê xurt bikin û dagirkeriyê têk bibin
Bi deh hezaran Efrînî: Em ê berxwedanê xurt bikin û dagirkeriyê têk bibin
Bi deh hezaran Efrînî: Em ê berxwedanê xurt bikin û dagirkeriyê têk bibin
Bi deh hezaran Efrînî: Em ê berxwedanê xurt bikin û dagirkeriyê têk bibin
20 ÇILE, 2022   15:29
ŞEHBA

Bi deh hezaran şêniyên herêma Efrînê li ser rêya M5 a di navbera Heleb û Efrînê de kom bûn. Şêniyan wêneyên şehîdên Berxwedana Serdemê, wêneyên rêber Abdullah Ocalan û şehîdên komkujiyên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Efrîn û Şehbayê hilda bûn.  Her wiha pankartên bi nivîsên "Em ê Bexwedana Serdemê xurt bikin û dagirkeriyê têk bibin" û "Xak û rumeta xwe biparêzin û dagirkerî û DAIŞ'ê têk bibin" vekiribûn.

Meşvan bi lêdana li def û zirneyê û diruşmeyên silavkirina Berxwedana Serdemê û şermezarkirina dewleta Tirk a dagirker dest bi meşê kirin.

Meş li kampa Vegerê ya li gundê Ziyaretê yê navçeya Şêrawayê sekinî. Piştî deqeyeke rêzgirtin, bi navê Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê, Reşîd Silêman axivî û got: "Berxwedana şêniyên Efrînê ya 58 rojî ya li hemberî teknîka pêşketî û çekên qedexekirî planên duyemîn mezintirîn artêşa dewleteke di NATO'yê de têk bir ku digot ew ê di nava 3 rojan de Efrîn dagir bike."

Silêman diyar kir ku şêniyan di Berxwedana Serdemê de, tevî êrişên giran li kêleka şervanên YPG û YPJ'ê bûn û wiha domand: "Berxwedana Serdemê di qonaxa xwe ya duyemîn de bi xurtî didomîne. Mayîna koçberên Efrînê li Şehbayê û berxwedana wan misogeriya rizgarkirin û vegera li Efrînê ye."

Reşîd Silêman di dawiyê de bang li ciwanan kir li hemberî planên dijmin bisekinin.

Paşê hevseroka Meclisa Rêveber a Herêma Efrînê Şîraz Hemo jî got: "Berxwedana dîrokî bi tîpên zêrîn hate nivîsandin ku planên dagirkeriya Tirk ên tunekirina gelê Kurd û şikandina berxwedana wan guhertin."

Şîraz Hemo bal kişand ser rewşa beriya dagirkirina Efrînê û ev tişt anî ziman ,"Jiyana hevbeş, birêvebirina civakê ji aliyê jinan ve, ewlehiya li Efrînê li xweşiya dewleta Tirk nehat, ji ber vê yekê hewl dide gelê Kurd li Efrîn û tevahî Bakur û Rojhilatê Sûriyê tune bike."

Şîraz Hemo diyar kir ku tevî zehmetiyên ku koçber li kantona Şehbayê dikişînin, ji ambargoya hikumeta Şamê li ser ferz kiriye û heta bi êrişên artêşa Tirk û komkujiyên li dijî zarokan û hemû welatiyan pêk tîne, her wiha sermaya dijwar a kampan dibînin, lê dîsa jî heta rizgarkirina Efrînê dê li ber xwe bidin.

Paşê bi navê Meclisa Kantona Şehbayê Mihemed Adil axivî û berxwedana koçberan a li kampan û malên kavilkirî, silav kir û got, ruxmî zehmetiyan berxwedana gelan garantiya rizgarkirina Efrînê ji artêşa Tirk û çeteyên wê ye.

Mihemed Adil diyar kir ku kiryarên dewleta Tirk li dijî welatiyan pêk tîne, beriya wê jî çeteyên DAIŞ`ê li dijî gelê sûrî, nexasim Kurd pêk anî.

Mihemed Adil di dawiyê de li dijî planên dagirker ên li hemû xaka Sûriyê soza berxwedanê da.

(eh)

ANHA