Komîteya Koçberên Serêkaniyê derbarê rapora HRW'ê de daxuyanî da

Komîteya Koçberên Serêkaniyê rapora salane ya Human Rights Watch erênî nirxand ku tê de binpêkirinên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li Serêkaniyê bi bîr xistin û hebûna Tirkiyê bi dagirkirî bi nav kir.

Komîteya Koçberên Serêkaniyê derbarê rapora HRW'ê de daxuyanî da
19 ÇILE, 2022   19:01
NAVENDA NÛÇEYAN

Komîteya Koçberên Serêkaniyê li ser rapora salane ya Human Rights Watch daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de hate gotin, Komîteya Koçberên Serêkaniyê rapora salane ya Human Rights Watch erênî dibîne, bi taybet beşê ku behsa binpêkirinên dewleta Tirk û komên "Artêşa Niştimanî ya Sûriyê"  yên li Serêkaniyê dike ku hebûna Tirkiyê û çeteyên wê li herêmê bi dagirkirin bi nav dike.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin: "Di raporê bal tê kişandin ser binpêkirinên plankirî ji dizî, talankirin mal û milkên welatiyan ku dewleta Tirk  û çeteyên wê pêk tînin. Her wiha behsa girtina zêdetirî 60 sivîlî ji bajar  û gundewarên wan ji aliyê komên artêşa Niştimanî ya Sûriyê dike ku bi awayekî ne qanûnî wan şandin Tirkiyê. Her wiha behsa nebaşbûna rewşa aborî ya li herêmê, mafên jinan û girtina deriyên sînor kir."

Di dawiyê de bal hate kişandin ser rewşa karestî ku Tirkiyê û çeteyên wê pêk tîne û  bang li civata navneteweyî hate kirin erkên xwe bi cih bîne û dawî li dagirkeriyê bîne da ku şênî bi ewle li herêmên xwe vegerin.

ANHA