Şêniyên Mexmûrê ji bo Efrînê meşiyan

Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) bi meşekê 4. salvegera dagirkirina Efrînê hate şermezarkirin.

Şêniyên Mexmûrê ji bo Efrînê meşiyan
19 ÇILE, 2022   19:14
NAVENDA NÛÇEYAN

Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) bi boneya 4’emîn salvegera êrişên dagirkirinê yên li ser  Efrînê, meşekî girseyî hat lidarxistin û dagirkirina Efrînê bi tûndî hat şermezarkirin.

Meş bi tevlîbûna sedan şêniyên wargehê, li ber avahiya Saziya Malbatên Şehîdan destpê kir û heta li ber konê ku li dijî têlkirina wargehê hatibû vedan, berdewam kir. Di meşe de wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, ala KJK’ê û dovîzên ku li ser ‘Wê faşîzim di Efrînê de bin bikeve’ û ‘Mexmûr li gel Efrînê ye’ hatibûn nivîsandin, hatin hildan. Her wiha diruşmeyên ‘Bijî Serok APo’, ‘Bijî berxwedana Efrînê’ û ‘Bijî gelê Efrînê’ hatin bilêvkirin.

Li ber derê kon, deqeyek rêz ji bo tevahî cangoriyên azadiyê hate girtin. Piştî rêzgirtinê li ser navê gelê Wargeha Mexmûrê, Hevseroka Meclisa Gel a wargehê  Hevseroka Meclîsa Gel a Mexmûrê Fîlîz Bûdak daxuyaniyek da.

Fîlîz Bûdak di serî de tevahî şehîdên Efrînê bibîr anî û got: “Em di 4’emîn salvegera dagirkirina Efrînê de, tevahî dagirkeran şermezar dikin. Em ji Mexmûr heta Efrînê silavên xwe ji berxwedêran re dişînin. Wek tê zanîn, ji beriya 4 salan gelê me û şervanên azadiyê, li dijî dagirkeriyê berxwedanek mezin da raberkirin.”

Fîlîz Bûdak di dewama axaftina xwe de diyar kir ku hêza 2’yemîn a NATO’yê êrişî Efrîna rengîn kiriye û wiha pêde çû: “Bi êrişa li ser Efrînê re, tevahî destkeftiyên gelê Kurd hate hedefgirtin. Tevahî cîhan ji komkojiya ku li Efrînê tê pêkanîn re bêdeng maye. Lê rûxmê vê yekê ji gelê Efrînê, li dijî 72 balafirên şer, berxwedaye û niha jî li ber xwe dide.”

Herî dawî Hevseroka Meclisa Gel a Mexmûrê Fîlîz Bûdak da zanîn ku êrişên li ser Efrînê, êrişên li ser Mexmûre û wiha axaftina xwe domand: “Em wek gelê Mexmûrê heta dawî li gel welatiyên xwe yên Efrînê ne û em ê Efrîna xwe biparêzin. Wê sala nû, bibe sala rizgarkirina Efrînê.”

Daxuyanî bi dirûşmeyên ‘Bijî berxwedana Efrînê’, ‘Bê Serok Jiyan nabe’ û ‘Bimre xiyanet’ bi dawî bû.