Ji ber barîna berfê rêyên sereke yên navçeya Dirbêsiyê hatin girtin

Ji ber barîna berfê rêyên sereke yên navçeya Dirbêsiyê ya kantona Hesekê, hatine girtin.

Ji ber barîna berfê rêyên sereke yên navçeya Dirbêsiyê hatin girtin
19 ÇILE, 2022   13:40
HESEKÊ

Nûçegihanê ragihand ku ji ber zêdebarîna berfê, rêyên sereke yên navçeya Dirbêsiyê ya kantona Hesekê, hatine girtin.

Ji ber barîna zêde ya berfa li herêmê, rêyên sereke yên navçeya Dirbêsiyê ya kantona Hesekê ku wê bi navçe û herêmên din ên kantona Hesekê ve girêdide, hatine girtin.

Li gorî agahiyên Komîteya Awarte ya Şaredariya Navçeya Dirbêsiyê, ji ber barîna berfê rêya navçeya Dirbêsiyê û navçeya Zirganê, rêya Dirbêsiyê û rêya navneteweyî (M4) û rêya Dirbêsiyê û navçeya Amûdê hatine girtin. 

Ev her sê rêyên girtî navçeya Dirbêsiyê bi navçeyên kantona Hesekê yên din ve girê dide.

(eh)

ANHA