PYD: Em berxwedana gelê xwe ya 58 rojan silav dikin

PYD`ê berxwedana şêniyên Efrînê yên koçber silav kir û piştrast kir ku rizgarkirina Efrîn û herêmên dagirkirî, ji girîngtirîn stratejiyên partiyê ne û dê bi hemû hêza xwe kar bike da ku vê yekê pêk bîne.

PYD: Em berxwedana gelê xwe ya 58 rojan silav dikin
19 ÇILE, 2022   13:27
NAVENDA NÛÇEYAN

Meclisa Giştî ya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) bi boneya salvegera 4`an a destpêkirina êrişên dewleta Tirk a dagirker li ser kantona Efrînê daxuyanî da û got:

“Ev 4 sal in dewleta Tirk a dagirker kantona Efrîn dagir kiriye. Dewleta Tirk bi dagirkirina Efrînê re madeya 51`an a mîsaqa Neteweyên Yekbûyî (NY), pergala Roma ya dadgeha cezayan a navneteweyî, lihevkirina Lahay a sala 1907`an binpê kir.

Ji ber mudaxeleyên aliyên derve û hundir, şerê li dijî Efrînê destpê kir. Çeteyên dewleta Tirk a dagirker sûcên hovane li dijî sivîlan pêk anîn, demografiya wê, navên gundan û bajarên guhertin. Ji ber tirs û xofa jenosid şênî neçar man koçber bibin.

Bi vê boneyê, em berxwedana gelê xwe ya 58 rojan silav dikin.

Em bang li NY û rêxistinên hiqûqî û hemû dewletên cîhanê dikin ku ji bêdengiya xwe derkevin, erkên xwe li hember gelê Efrînê û herêmên dagirkirî bînin cih.

Em berxwedana gelê xwe yê koçber silav dikin. Em ji wan re piştrast dikin ku rizgarkirina Efrînê û herêmên dagirkirî yên din ji stratejiyên me yên bingehîn in.”

(şx)

ANHA