Partiyên li Reqayê “lihevkirinên” hikumeta Şamê red kir

Partiyên siyasî yên Reqayê daxuyaniyek da û tê de "lihevkirin" ên hikumeta Şamê red kirin. Her wiha piştrast kir ku lihevkirin, hewldaneke hikumeta Şamê ye ku dijberên xwe bikişîne cem xwe.

Partiyên li Reqayê “lihevkirinên” hikumeta Şamê red kir
19 ÇILE, 2022   13:03
REQA

Bi dehan endamên partiyan, li pêşiya Bab Bexdad ya dîrokî li Reqayê kom bûn û daxuyanî dan. Endamê nivîsgeha siyasî ya Partiya Komarparêz a Kurdistanê Mişleb El-Derwêş daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Hikumeta Şamê bi rêya gefxwarinan ku milkên şêniyan nade wan heke tev li “lihevkirinan” nebin, şêniyên Reqayê neçarî vê yekê dike. Lê ev li dijî mafên mirovan û biryarên navneteweyî yên dîtina çareseriya siyasî li Sûriyê ye. Gelek şêniyên ku piştî "lihevkirinan vegerîn malên xwe, dîtin ku malên wan hatine dagirkirin.”

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku divê hikumeta Şamê lêborînê ji gelên herêmê bixwaze, ji ber ku gelên herêmê bi çeteyan re bi tenê hiştin û rê da dewleta Tirk ku axa Sûriyê dagir bike, şêniyên resen koçber bike, guhertina demografîk pêk bîne.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku heke di çareseriya siyasî de cidî ye, divê girtiyan serbest berde, dagirkeran ji axa Sûriyê derxe. Her wiha bang li gelê herêmê hat kirin ku bi idîayên hikumeta Şamê neyên xapandin.

Her wiha hate diyarkirin ku çareserkirina aloziya Sûriyê tenê bi rêya diyalogê û li gorî biryara 2254`an, pêkanîna tecrubeya Rêveberiya Xweser pêkan e ku edaleta civakî pêk tîne, mafên hemû gelan di azadî û jiyana aştiyane de misoger dike.

Di dawiya daxuyaniyê de hat gotin: “Bi navê gelên azad em dibêjin, em venagerin beriya 2011`an, em ê rêya pêkanîna azadî, projeya Rêveberiya Xweser berdewam bikin heta ku li ser asta navneteweyî tê naskirin.”

Partiyên tev li daxuyaniyê bûne ev in:

Partiya Sûriya Pêşerojê

Partiya Yekitiya Demorkatîk (PYD)

Partiya Biratî ya Kurdistanê

Partiya Komarparêz a Kurdistanê

(şx)

ANHA