Şêniyên Dêrikê: PKK`ê vîna Kurdan e divê ji “lîsteya terorê” bê derxistin

Şêniyên navçeya Dêrikê piştrast kir ku xistina navê PKK`ê di “lîsteya terorê” de zulmek li dijî mirovahiyê ye û banga derxistina navê wê ji lîsteyê kir.

Şêniyên Dêrikê: PKK`ê vîna Kurdan e divê ji “lîsteya terorê” bê derxistin
19 ÇILE, 2022   12:27
QAMIŞLO

Di çarçoveya çalakiyên ji bo derxistina navê Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) ji lîsteya terorê de Meclisa Navçeya Dêrikê ya kantona Qamişloyê bi dirûşma “Na ji terora navneteweyî ya li ser PKK`ê re, PKK vîna gelê Kurd e, divê ji "lîsteya terorê" ya YE`yê bê derxistin” daxuyaniyek da.

Bi dehan şêniyên navçeyê û endamên saziyên sivîl ên navçeyê tev li xwendina dauxyaniyê bûn.

Endama Meclisa Malbatên Şehîdan a Dêrikê û dayîka şehîd Hevrîn Xelef Sûad Mistefa û Koordînasyonê Giştî yê Meclisa Giştî ya Rûspiyan a Dêrikê Hewas Cidê xwend.

Di daxuyaniyê de Hewas Cidê piştrast ku PKK`ê ji damezirandinê û vir ve, ji bo azadiya hemû gelên bindest û mirovahiyê têdikoşe û wiha domand: “PKK`ê partiya yekemîn e ku ciwan ji beş, ol û baweriyên cuda yên Rojhilata Navîn û cîhanê tev lê bûne. Ji ber wê divê gelên demokrat tev li însiyatîfa nîştimanî bibin da ku navê PKK`ê ji “lîsteya terorê” bê derxistin.”

Dayîka Hevrîn Xelef Sûad Mistefa jî got: “PKK`ê ji dehan salan ve ji bo tunekirina terorê têdikoşe. Em qebûl nakin ku navê wê di “lîsteya terorê” de bimîne. Divê rêxistinên hiqûqî erkên xwe bînin cih.”

(şx)

ANHA

<iframe width="676" height="380" src="https://www.youtube.com/embed/QM6oytNK-9U" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>