​​​​​​​Hêzên hikumeta Şamê êrişên xwe li dijî “herêma bê çek” zêde kirin

Liv û tevgera dewleta Tirk a dagirker li eniyên bajarê Seraqib li rojhilatê gundewarê Idlibê zêde bû. Li aliyekî din hêzên hikumeta Şamê bi dijwarî gundewarên rojavayê Helebê û başûrê Idlibê topbaran kirin.

​​​​​​​Hêzên hikumeta Şamê êrişên xwe li dijî “herêma bê çek” zêde kirin
16 ÇILE, 2022   11:11
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR), ragihand ku hêzên hikumeta Şamê bi zêdetirî 24 mûşekan derdora Kefr Nûran li gundewarê rojavayê Helebê, her wiha Fitîra, Filêfil û Bînîn li çiyayê Zawiyê yê gundewarê başûr Idlibê kirin hedef.

Di navbera hêzên hikumeta Şamê û çeteyên dewleta Tirk de li eniyên Sehil El-Xab ê bakurê rojavayê Hemayê şer rû da.

Hemwextî wê, liv û tevgera dewleta Tirk a dagirker li eniyên bajarê Seraqib li gundewarê rojhilatê Idlibê û herêmên di bin kontrola çeteyên Tehrîr El-Şam û çeteyên dewleta Tirk de zêde bûn.

Ji saetên sibehê ve li herêmê liv û tevgera leşker, tank û wesayîtên leşkerî zêde bûn û heta vê kêliyê berdewam e.    

Dewleta Tirk a dagirker duh, nuqteyeke xwe ya leşkerî li bajarokê Efs ê gundewarê Idlibê ku dikeve ser rêya M5 berfireh kir û taxa rojhilatê bajêr bi temamî kontrol kir. Her wiha tank û çekên giran û hejmara endamên xwe li wê nuqteyê zêde kir û kir 75. Li rex wê cîhazên sixûriyê jî tesbît kirin.        

Ji ber ku ev nuqte nêzî rêya M5 û bi rêya wê dewleta Tirk û çeteyên wê dikarin liv û tevgera hêzên hikumeta Şamê bişopînin, gelek girîng e.

(dx)