Li Heftanînê gerîla li çeperên dewleta Tirk a dagirker dan

Gerîla li qada Pîrbila ya Heftanînê ji 2 baskan ve li çeperên artêşa Tirk a dagirker ên li ser Girê Dûpişkê xistin. Di vê çalakiyê de derbe li 3 çeperan hate xistin.

Li Heftanînê gerîla li çeperên dewleta Tirk a dagirker dan
16 ÇILE, 2022   10:54
NAVENDA NUÇEYAN

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê li ser çalakiyên gerîla û êrişên artêşa Tirk a dagirker ev agahî parve kir:

"Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Cenga Xabûrê de li herêma Heftanînê;

14'ê Çileyê li qada Pîrbilayê ji du baskan ve li çeperên dagirkeran ên li ser Girê Dûpişkê hate xistin. Di encama vê çalakiyê de derb li 3 çeperan hate xistin.

13, 14 û 15'ê Çileyê qadên Girê Amediye, Kunîşka, Çemço û Şehîd Şahîn ên herêma Zapê bi balafirên şer hatin bombekirin.

13'ê Çileyê saet di 10:30'î de qada Deriyê Hirçê yê herêma Garê bi balafirên şer hate bombekirin.

13'ê Çileyê saet di 10:30'î de derdorfa Ava Lolanê û qada Goşîne yên herêma Xakurkê bi balafirên şer hatin bombekirin.

Di van êrişên artêşa Tirk a dagirker de tiştek bi hêzên me yên gerîla nehatiye."