Çeteyan li Efrînê 5 terektor û 50 tenekeyên zeytê ji malbatekê dizîn

Çeteyên dewleta Tirk a dagirker miqdarek ji zeytûnan, 5 terektorên malbatekê ji gundê Xelîl yê Efrîna dagirkirî, dizîn.

Çeteyan li Efrînê 5 terektor û 50 tenekeyên zeytê ji malbatekê dizîn
16 ÇILE, 2022   10:13
ŞEHBA

Çavkaniyekî ji kantona Efrînê ya dagirkirî ji ANHA`yê re got, çeteyên bi navê Firqet Sultan Silêman Şah ku bi navê "Emşat" tê naskirin, 50 tenekeyên zeyta zeytûnan ji mala jina temen mezin Emîne Hacî ku bi navê Emîne Çoçanê tê naskirin û ji şêniyên gundê Xelîl yê navçeya Şiyê ya kantona Efrîna dagirkirî ye, dizîn.

Her wiha çavkanî destnîşan kir ku Emîne Çoçanê 80 salî ye, astengdar e û keçeke wê (35) salî heye û astengdar e. Zarokên wê zewicî ne û li bajarê Efrînê dijîn.

Çavkanî diyar kir ku çeteyên Cebhe El-Şamiyê û kesê bi navê Nîdal Beyanûnî bi hin çeteyan re 5 terektorên zarokên Emîne Çoçanê di nava 5 şevan de dizîn.

Welatiyên Efrînê û herêmên din ku ji aliyê dewleta Tirk ve hatine dagirkirin ji aliyê çeteyên dewleta Tirk ve rastî dizî, revandin û şantajên darayî tên.

(bx)

ANHA