'Divê doza dagirkirina Efrînê wekî dozeke Sûrî were dîtin'

Rêveberiya Xweser a Herêma Efrînê bêdengiya navneteweyî ya li hemberî sûcên ku dewleta Tirk a dagirker ev 4 sale li Efrînê dike, şermezar kir û bang lê kir ku doza dagirkirina Efrînê wekî dozeke sûrî bibîne ku tevahî sûriyan eleqedar dike.

'Divê doza dagirkirina Efrînê wekî dozeke Sûrî were dîtin'
15 ÇILE, 2022   14:58
ŞEHBA

Bi dehan endamên saziyên sivîl û nûnerên partiyên siyasî li kampa Berxwedan a navçeya Fafînê kom bûn û têkildarî salvegera 4'emîn a êrişên dagirkirinê yên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Efrînê daxuyanî da.

Daxuyanî bi zimanê kurdî ji aliyê endama Rêveberiya Xweser Bêrîvan Xelîl ve û bi zimanê erebî ji aliyê Hevserokê Desteya Ciwan û Werzîşê ya Herêma Efrînê Mihemed Weys ve hate xwendin.

Di daxuyaniyê de hate gotin, beriya çar salan mîna van rojan, di nava bêdengiya navneteweyî û erêkirina wan de, dewleta Tirk a faşîst êrişên dagirkirinê li ser xaka Efrînê dane destpêkirin, Efrîna ku bi salan ji bo welatiyên sûrî yên ji ber şer reviyane, bibû spartgeheke ewle.

Her wiha hate diyarkirin ku ev êriş bi îdiaya ku xeterî li ser ewlehiya navneteweyî ya Tirkiyê hene hatin destpêkirin û hate gotin: "Her kes dizane ku ev îdia derew in û hincet in. Lê tevahî aliyên navneteweyî û hin hêzên herêmî û xwecihî ev êriş erê kirine, an ku li hemberî wê bêdeng man."

Di berdewama daxuyaniyê de bal hate kişandin ser berxwedana lehengî ya ku  58 rojan li Efrînê hate raberkirin û ev tişt hatin diyarkirin: "Ruxmî ferqa mezin a di navbera têknîka mezin a pêşketî ya dewleta Tirk a faşîst û çeteyên wê de, lê şêniyên Efrînê bi îradeyeke ji pola 58 rojan li hemberî hêzên terorîst û alîgirên wê li ber xwe dan ku berxwedana herî efsanewî di dîroka nûjen de  bû."

Di berdewama daxuyaniyê de bal hate kişandin ser rewşa Efrînê ya piştî dagirkirinê ku sûcên ku lê têne kirine û wiha hate gotin: "Sûcên ku li Efrînê têne kirin heta roja me ya îro berdewam dikin. Li wir sûcên qetilkirin, wêrankirina plankirî ya dar, kevir û xirabkirina xwaze, siyasetên tirkkirinê, wêrankirina perestgeh û cihên dîrokî têne kirin da ku bi dîroka Efrînê bilîzin, sextet bikin û tev li Tirkiyê bikin. Her wiha zext li ser Efrîniyên ku bi xak û welatê ve girêdayî mane berdewam dikin ku wan bidin koçberkirin û dest deynin li ser mal û milkên wan."

Di daxuyaniyê de  bêdengiya li hemberî dagirkirina Efrînê û sûcên ku têne kirin hate şermezarkirin û bang li civata navneteweyî û rêxistinên hiqûqî hate kirin ku " Doza dagirkirina Efrînê wekî dozeke sûrî ku hemû sûriyan elqedar dike, binerin, ne wekî dozeke girêdayî xakekê an pêkhateyekê bibînin. Lê mixabitin em dibînin ku ruxmî êş û azaran û qetilkirina bi hezaran û koçberkirina bi milyaonan sûrî hîna asoyên çareserkirina aloziyê xetimandî ne û tu pêşniyarên cidî nayên pêşkêşkirin. Berovajî vê yekê çav li projeya yekane ya çareserkirina demokratîk a ku hemû pêkhateyan hembêz dike, hatiye girtin.

Her wiha hewldanên reşkirin û neheqiya li hemberî vê projeyê derdewam dike ku wekî projeyeke taybet ji bo kurdan nîşan didin."

Di dawiya daxuyaniyê de hate gotin: "Her efrîniyek azad doza êrişên li ser Efrînê û dagirkirina wê wekî trajîdiyek û êşekê dibîne ku her tim dijî. Ji ber ku ev doz wekî beşek ji rihê xwe dibîne ku di nav deşt, çiya û zeytûnên wê de maye. Birîna ku nayê pêçandin îradeya efrîniyan û îsrara wan a domandina têkoşînê naşkîne. Ji ber ku di wê baweriyê de ne ku Efrîn were rizgarkirin û dê şênî vegerin ser bavê û kalên xwe û di wê baweriyê de ne ku serkeftin wê para wan be."

ANHA