​​​​​​​Şêniyên Dêrazorê xwestin ku hêzên hikumeta Şamê ji herêmên wan derkevin

Bi sedan şêniyên Dêrazorê bi xwepêşandanekê banga derketina hikumeta Şamê ji herêmên wan kirin.

​​​​​​​Şêniyên Dêrazorê xwestin ku hêzên hikumeta Şamê ji herêmên wan derkevin
15 ÇILE, 2022   14:31
DÊRAZOR

Bi sedan şêniyên Dêrazorê yên ji herêmên El-Hesîniyê- El-Salhiyê, Hatla, Merat, Xeşam, El-Tabiyê  û Mazlûm koçber bûne bi dirûşma "Mafê vegerê" xwepêşandanek li dar xist.

Xwepêşandêran daxwaz ji hêzên Meclisa Leşkerî ya Dêrazorê û Koalîsyona navneteweyî ya şerê li dijî DAIŞ'ê kirin ku hêzên hikumeta Şamê ji gundên wan derxînin.

Di xwepêşandana ku de bi gelek rûspiyên qebîleya Begara û Igêdat û bi sedan şêniyan amade bûn, daxuyanî bi zimanê erebî û zimanê Îngilîzî hat xwendin û tê de daxwaz ji hêzên Meclisa Leşkerî ya Dêrazorê hat kirin ku li kêleka koçberan bisekinin.                 

Ev yek piştî "lihevkirinên" ku hikumeta Şamê û saziyên wê yên ewlehiyê di 13'ê Çileyê sala borî de li Dêrazor, Meyadîn- El-Bûkemalê kirine, ye.

(dx)

ANHA