Rêveberiya Xweser a Herêma Cizîrê civînek din li Hesekê li dar xist

Meclisa Rêvebere a Rêveberiya Xweser a Demokratîk a Herêma Cizîrê civîneke girseyî li navçeya Til Temirê li dar xist û li şêniyan guhdar kir. Şêniyan civîn erênî nirxand û hêviya berdewamkirinê kirin.

Rêveberiya Xweser a Herêma Cizîrê civînek din li Hesekê li dar xist
Rêveberiya Xweser a Herêma Cizîrê civînek din li Hesekê li dar xist
Rêveberiya Xweser a Herêma Cizîrê civînek din li Hesekê li dar xist
Rêveberiya Xweser a Herêma Cizîrê civînek din li Hesekê li dar xist
Rêveberiya Xweser a Herêma Cizîrê civînek din li Hesekê li dar xist
Rêveberiya Xweser a Herêma Cizîrê civînek din li Hesekê li dar xist
Rêveberiya Xweser a Herêma Cizîrê civînek din li Hesekê li dar xist
Rêveberiya Xweser a Herêma Cizîrê civînek din li Hesekê li dar xist
15 ÇILE, 2022   15:06
HESEKÊ

Di çarçoveya rêzecivînên ku Rêveberiya Xweser a Herêma Cizîrê li dar dixe de, îro Meclisa Rêveber civîneke berfireh ji şêniyên navçeya Til Temir û gundewarê wê, bajarokê Gera ya herêma Çiyayê Kezwana û nûnerên saziyên wê yên kantona Hesekê li dar xist.

Hevserokê Meclisa Kantona Hesekê Xebat Silêman, Cîgirê hevserokatiya Desteya Rêveberiya Herêmê û Jîngehê ya Herêma Cizîrê Xesan Ebid û cîgira hevserokatiya Desteya Aborî û Çandiniyê ya herêma Cizîrê Lêman Hisên tev li civînê bûn.

Destpêka civînê rapora salê ya kar û barên Rêveberiya Xweser a Herêma Cizîrê hate xwendin û tê de bûdceya 2021`ê û budceya 2022`an, girîngtirîn projeyên hatine pêkanîn û dê sala nû bi cih werin, hate destnîşankirin.

Kesên beşdarî civînê bûbûn rapora salê nirxandin, îşaret bi kêmasiyên ku divê îsal werin derbaskirin û kêmaniyên di qadên xizmetguzariyê, perwerde û tenduristiyê de derketine, kirin.

Welatiyên kantonê ev civîn erênî nirxand û hêviya berdewamkirinê kirin.

/ar/uploads/files/2022/01/15/141317_wlyd-shakr-28kbyr29.webp

Piştî civînê welatiyê bi navê Welîd Şakir ê ji şêniyên navenda navçeya Til Temir axivî û got: "Me rexneyên xwe anîn ziman, her wiha me îşaret bi gelek nuqteyan kir û li rapora salê jî guhdarî kir. Di heman demê de me gelek pêşniyar û daxwazên herêmê destnîşan kirin. Civînên wiha pir girîng in û divê ne tenê di salê de li dar bikevin, lê her tim hebin."

/ar/uploads/files/2022/01/15/141216_alyas-antr-28kbyr29.webp

Welatiyê bi navê Enter Îlyas ê ji şêniyên navçeyê îşaret bi girîngiya lidarxistina civînên wiha kir û got: "Ji ber ku ev civîn nêzî gelê herêmê dibin û ferzkirina qanûnan li ser kesên muxalif hêsantir dike." Li ser vê yekê hêvî kir ku ev civîn destpêka sala nû be û nirxandineke baş ji bo Rêveberiya Xweser be.

/ar/uploads/files/2022/01/15/141234_lyman-hsnw-28kbyr29_1.webp

Cîgira hevserokatiya Desteya Aborî û Çandiniyê ya Herêma Cizîrê Lêman Hisên got: "Me xwest li gelê herêmê û daxwazên wan guhdarî bikin, ji ber ku xwestekên wan bi amadebûna aliyên peywendîdar, dihatin pêşniyaririn û pêşkêşkirin da ku li pirsgirêkan û aliyên kêm maye guhdarî bikin." Lêman Hisên da zanîn ku civînên wiha dê li herêmên Cizîrê tevde werin lidarxistin.

Piştî civîna Meclisa Rêveberiya Herêma Cizîrê pêncşema derbasbûyî li Hesekê li dar xist, ev civîna duyemîn ku li kantona Hesekê tê lidarxistin.

(eh)

ANHA