Bi sedan şêniyên Kobanê êrişên dewleta Tirk a feşîst şermezar kir

Bi sedan şêniyên Kantona Kobanê ji bo şermezarkirina êrişên dewleta Tirk ên li ser bajarê Kobanê û gundewarên wê, xwepêşandanek li dar xitn.

15 ÇILE, 2022   14:08
KOBANÊ

Xwepêşandanê ku ji Qada Jina Azad dest pê kir, bi sedan şêniyên Kantona Kobanê beşdarê bûn.

Xwepêşandêr li Qada Aştiyê rawestîn, piştre hevseroka Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê li herêma Firatê Hebûn Xelîl got: "Em ê li dijî êrişên dagirkeriya Tirk ên ku sivîl û zarokan dike hedef bisekinin."

Hebûn Xelîl wiha dom kir: "Em ê bi berdewamkirina têkoşînê ya li ser bingeha felsefeya rêber Abdullah Ocalan dawî li dagirkeriya dewleta Tirk a li ser herêmên me û hemû parçeyên Kurdistanê bînin û dagirkerî û faşîzmê têk bibin."

Hebûn Xelîl bang li gelê herêmê û ciwanan kir ku hevgirtî bin û li dijî faşîzma Tirk bi rihê berxwedanê têbikoşin.

Hebûn Xelîl da xuyakirin ku dagirker ji hêz û rêxistinbûna gelê Kurd, ciwan û jinên Kurd ditirsin, ji ber ku dizanin ciwan û jin wê li hemberî êrişên wê li ber xwe bidin.

Bajarê Kobanê û rojhilatê gundewarê wê di 8'ê vê mehê ve rastî êrişên artêşa Tirk a dagirker hat. Di encamê de heta niha welatiyek ji gundewarên rojhilatê bajarê Kobanê şehîd bû, endamekî hêzên hikumeta Şamê jiyana xwe ji dest da û 13 kesên din jî birîndar bûn.

(dx)

ANHA