Kongra Star a Rojava salvegera 17'an a damezirandina xwe pîroz kir

Kongra Star a Rojava salvegera 17`an a damezirandina xwe bi şahiyekê pîroz kir. Bi sedan jin û endamên kongrayê tev li şahiyê bûn.

15 ÇILE, 2022   13:57
QAMIŞLO

Kongra Star (Yekitiya Star berê) sala 2005`an bi armanca rizgarkirina jinan ji pergalên serdest û birêxistinkirina wê li gorî îdeolojiya rizgariya jinan, ava bû.

Kongra Star a Rojava bi boneya salvegera 17`an a damezirandina xwe, li navenda Aram Tîgran a Çand û Hunerê bajarokê li Rimêlan yê kantona Qamişloyê şahiyek bi beşdarbûna sedan jinan ji herêmên cuda yên Rojava û ji Şam û Helebê, li dar xist.

Di şahiyê de, koma Alniya, Alefteriya, koma Reqayê stran gotin, beşdaran jî xelekên govendê li ber wan stranan gerandin.

Hêjayî gotinê ku Kongra Star a Rojava hemwextî vê şahiyê civîna xwe ya salê li dar xist ku tê payîn sibe yekşemê berdewam bike.

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/Zm2UDrK7y7s" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>

Girêdayî heman mijarê, jinan ji pêkhateyên cuda yên navçeya Dêrik a kantona Qamişloyê salvegera 17'an a damezirandina Kongra Star pîroz kir. Şahî li xwaringeha Çarçêla li dar ket.

Di şahiyê de endama Kongra Star a Dêrik Sebah Elî axivî û damezirandina Kongra Star li tevahî jinên cîhanê, jinên Rojava û şervanan pîroz kir.

Sebah Elî soza şopandina rêya şehîdan da ku di oxira rizgarkirina jinan de şehîd bûn.

Bi navê pêkhateya Suryan, Corcêt Ebdulnur axivî û îşaret bi rola Kongra Star di birêxistinkirina jinan de kir û got: “Kongra Star bingeha hevgirtina di navbera tevahî çand û pêkhateyên li Bakur û Rojhilatê Sûriye de ye.”

Corcêt Ebdulnur diyar kir ku îdeolojiya rizgariya jinan bingeha çareserkirina doz û pirsgirêkên civakî û têkoşîna di hemû aliyan de li dijî zîhniyeta baviksalarî ye.

Di dawiya şahiyê de, xelekên govendê li ber stranên endamên navenda Dîcle ya Çand û Hunerê gerandin.

 (dm)

ANHA