Li Kobanê li ser rola jinan di saziyan de panelek hate lidarxistin

Li navçeya Qenayê ya Kobanê Nivîsgeha Têkiliyên Giştî ya Herêma Firatê ji bo ku jin bi xwe biryarê bidin, panelek bi navnîşana “Karê rêveberiyê û rola jinan di sazkirina biryaran de” li dar xist.

Li Kobanê li ser rola jinan di saziyan de panelek hate lidarxistin
Li Kobanê li ser rola jinan di saziyan de panelek hate lidarxistin
Li Kobanê li ser rola jinan di saziyan de panelek hate lidarxistin
Li Kobanê li ser rola jinan di saziyan de panelek hate lidarxistin
Li Kobanê li ser rola jinan di saziyan de panelek hate lidarxistin
Li Kobanê li ser rola jinan di saziyan de panelek hate lidarxistin
15 ÇILE, 2022   13:49
KOBANÊ

Panel bi armanca naskirina nêrîn û pêşniyarên girêdayî jinan li navçeya Qenayê ya Kobanê li dar ket. Jinên di saziyên Rêveberiya Xweser a Kantona Kobanê de cih digirin, tev li panelê bûn.

Di panelê de hevseroka Nivîsgeha Têkiliyan a Herêma Firatê Merwa Dirêî bernameya panelê xwend.

Li gorî wê, mijarên mekanîzmeya piştgiriya jinan, xilaskirina wê ji fikrê baviksalarî, rêbazên pêşxistina wê di hemû waran de, birêvebirina civakê û rola jinan tê de hatin nîqaşkirin.

Beşdarên panelê piştî guhdarkirina navaroka panelê, nêrînên xwe parve kirin. Di dawiyê de li ser armancekê; rizgarkirina jinan û peydakirina hawîrdoreke guncew da ku erkên xwe bîne cih li hev kir.

Di dawiya panelê de beşdaran gelek pêşniyar kirin jê yên herî girîng; vekirina dewreyên perwerdeyê, birêxistinkirina semînerên têkildarî rola jinan, rizgarkirina jinan ji zihniyeta baviksalar, pêkanîna projeyên aborî, fêrkirina zimanê kurdî û tevlêkirina jinên nû ji saziyên rêveberiyê re.

Panel di çarçoveya rêzepanelên ku Nivîsgeha Têkiliyên giştî ya Herêma Firatê li dar dixe de, hate pêkanîn. Tê payîn hefteya bê panelek li navçeya Sirînê bê lidarxistin.

(şx)

ANHA