Li dijî baregeha Tirk êrişa bi mûşekan

Bi du moşekên ji cûreya katyûşa êrişî baregeha leşkerên Tirk a li bajarokê Zîlkan ê girêdayî Başîqayê hat kirin.

Li dijî baregeha Tirk êrişa bi mûşekan
15 ÇILE, 2022   09:09
NAVENDA NÛÇEYAN

Di saetên sibehê de bi du moşekên ji cûreya katyûşa êrişî baregeha leşkerên Tirk a li bajarokê Zîlkan yê ser bi Başîqayê hat kirin.

Der barê encama êrişê û ziyanên wê de ti zanyarî bi dest neketin.

Heta niha ti aliyek ev êriş negirtiye ser xwe.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku beriya niha jî gelek caran bi moşekan êrişî baregeha leşkerên Tirk a dagirker hatiye kirin.