​​​​​​​Çeteyan li Efrînê heman welatî 3 caran revand

Çeteyên Sultan Murad ên dewleta Tirk a dagirker cara sêyemîn welatiyek li navçeya Raco ya Efrînê revand û ber bi cihekî nediyar ve bir.

​​​​​​​Çeteyan li Efrînê heman welatî 3 caran revand
15 ÇILE, 2022   09:21
ŞEHBA

Li gorî çavkaniyên ji navçeya Raco, komeke çeteyên Sultan Murad welatiyê bi navê Sabrî Menan Reşo (38) ê ji gundê Dêrwîş ê Racoyê beriya biçe karê xwe, revand.

Heman çavkaniyan eşkere kir ku çeteyan bi ser mala Reşo de girtiye, telefona wî desteser kiriye û ber bi cihekî nediyar ve revandiye.

Ev cara sêyemîn e çete Sabrî Reşo direvînin. Piştî dagirkirina Efrînê di 18`ê Adara 2018`an de, 2 caran hatibû revandin û ji bo serbest were berdan 6 hezar û 500 dolar fîdye dabû.

(şx)

ANHA