ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 15-01-2022

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 15-01-2022
15 ÇILE, 2022   00:00

-Li Sêmalkayê çalakiya bi armanca wergirtina cenazeyên gerîlayên ku di kemîna hêzên PDK'ê de şehîd bûne, di roja 103’yan de didome. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Yekitiya Rewşenbîran a Herêma Cizîrê salvegera 3’yemîn a koça helbestvanê Kurd Yûsif Berazî li Parka Xwendinê ya Hesekê bi bîr tîne. Saet 15:00’an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Şêniyên Kobanê ji bo şermezarkirina êrişên dawî yên li dijî bajêr û gundewarên wê yên rojhilat xwepêşandanekê li dar dixe û ji Qada Jina Azad ve dest pê dike. Saet 12:00’an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Nivîsgeha Têkiliyên Giştî ya Rêveberiya Xweser a Herêma Firatê panelekê bi diruşma"Rêbertî û rola jinan di dayîna biryaran de" li navçeya Qenayê ya rojavayê Kobanê li dar dixe. Saet 10:00’an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Şêxê eşîra Sebxe û hevserokê Komîteya Têkiliyên Giştî ya Meclisa Sivîl a Reqa banga derxistina PKK`ê ji "lîsteya terorê" kir û got: "Vê partiyê şerê terorê kir û kesên bi vê yekê rabe nabe mirov vê sîfetê lê bike.''(BI WÊNE Û DÎMEN).

-Lorans Borsan diyar kir ku "lihevkirinên" hikumeta Şamê banga wan dike bê sûd in û wiha got: "Ger daxwazeke cidî derbarê lihevkirinê de hebe, divê li ser bingeha lihevkirineke sûrî be, da ku aloziya Sûriyê were çareserkirin." (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Rikberiya Rûsya û Îranê li ser çolistana Sûriyê (Badiye) zêde bû, nemaze piştî ku Îran hebûna xwe ya leşkerî li wir xurt kir û bû sedema ku Rûsya dest bi hemleyeke balkişandinê ya berfireh bike da ku hêza alîgirên xwe yên di hikumeta Şamê de mîna Lîwaya 8'an xurtir bike û hegemoya xwe ya li herêmê zêdetir bike. Gelo girîngiya stratejîk a vê herêmê çi ye? (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Endamên rêveber ên meclisên sivîl ên Reqayê êrişên domdar ên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û hedefgirtina sivîlan şermezar kirin. Her wiha bang li civata navneteweyî û rêxistinên mafên mirovan kirin ku nehêlin dewleta Tirk sûcan pêk bîne. (BI WÊNE Û DÎMEN).

JIN

-Kongra Star a Rojava bi boneya salvegera damezrandina 17’an, li Navenda Aram Tîkran a Çand û Hunerê li Rimêlanê şahiyekê li dar dixe. Saet 10:00’an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Kongra Star a Rojava civîna xwe ya salê li Navenda Aram Tîkran a navçeya Rimêlanê ya Qamişlo li dar dixe. Saet 14:00’an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Mûna Yûsif ji Filistînê ye û li Rojavayê Kurdistanê dijî. Mûna wek jineke Ereb cihê xwe di nava jinên di bin ala Kongra Star de digire û dibêje “Kongra Star em ji aliyên îdeolojîk û rêxistinî ve perwerde kirin da ku bibin malbateke demokratîk a mezin.” (BI WÊNE Û DÎMEN).

KURDISTAN

-Koçberên Efrînê piştgiriya xwe nîşanî girtiyên siyasî yên di girtîgehên Tirkiyê de da û got: "Kiryarên dewleta Tirk li dijî girtiyan, bi armanca astengkirina têkoşîna rizgariyê ye." (BI WÊNE Û DÎMEN).

CÎHAN

-Serokwezîrê Sûdanê Ebdullah Hemedok îstîfa kir û li pişt xwe nakokiyên bigirêk di navbera aliyên leşkerî û sivîlan de hiştin. Di heman demê de lêkolînerekî siaysî hişyarî li ser nebaşiya rewşê da, heke serokwezîrek ji hêla hêzên sivîl ve bi erêkirina ji aliyê leşkerî ve neyê hilbijartin. (BI WÊNE)

ANHA