Li Dêrazorê hêzên hikumeta Şamê 42 kes girtin

Saziyên ewlehiyê yên hikumeta Şamê di çend saetên dawîn de li gelek gundên li rojhilatê Dêrazorê zêditirî 42 kesan girtin da ku wan bişîne leşkeriyê.

Li Dêrazorê hêzên hikumeta Şamê 42 kes girtin
14 ÇILE, 2022   12:55
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) ragihand ku saziyên ewlehiyê yên hêzên hikumeta Şamê di çend saetên dawîn de li gundên Mirbiye, Cefra, Bolîl, Ziyare û El-Mo Hesen ên li rojhilatê Dêrazorê gelek kesên bi hikumetê re li hev hatibûn, girtin.

SOHR`ê ku agahiyên dispêrê çavkaniyan, piştrast kir ku saziyên hikumeta Şamê armanc dikin ku kesên bi hikumetê re li hev hatine, bişîne leşkeriyê. Her wiha agahî der barê girtina kesên din de hene. Beşek ji ciwan û mêran jî ber bi herêmên Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) ve reviyan.

Hêzên hikumeta Şamê û saziyên wê yên ewlehiyê di 13`ê Mijdara borî de, xebatên lihevanînê li Dêrazorê, piştre li Meyadîn û El-Bû Kemalê pêk anîbûn.

(şx)