​​​​​​​Istîxbarata Tirk û çeteyên wê li Efrînê 3 welatî revandin

Istîxbarata Tirk a dagirker û çeteyên wê 3 welatî ji navçeya Cindirêsê revandin û birin navenda xwe ya li Efrîna dagirkirî.

​​​​​​​Istîxbarata Tirk û çeteyên wê li Efrînê 3 welatî revandin
14 ÇILE, 2022   12:30
ŞEHBA

Çavkaniyekî ji navçeya Cindirêsê ragihand ku istîxbarata dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê roja çarşemê 3 welatî ji gundên Qujîma Qurbê yên navçeya Cindirêsê ya Efrîna dagirkirî revandin.

Çavkanî diyar kir ku navên kesên hatine revandin wiha ye: Ferhad Mihemed (50) ji gundê Qujîma ye û Henan Mihemed Mûsa (57) û kurê wî Beşar Henan Mûsa (25) jî ji gundê Qurbê ne.

Li gorî çavkanî, istîxbaratê ew kesên revandî birin navenda xwe ya li bajarê Efrîna dagirkirî.

ANHA