Salvegera damezirandina Kongra Star li navçeyên Hesekê hate pîrozkirin

Salvegera 17'emîn a damezirandina Kongra Star li navçeyên kantona Hesekê hate pîrozkirin.

13 ÇILE, 2022   16:04
HESEKÊ

Li navçeyên Dirbêsiyê, Şedadê, Hol û Til Temirê yên kantona Hesekê bi boneya salvegera 17'emîna a avabûna Kongra Star şahî hatin lidarxistin.

Jinên ji pêkhateyên cûda yên kantona Hesekê bi cilên xwe yên folklorî, şervanên YPJ'ê, rêxistinên jinan ên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê, nûnerên jinan ên partiyên siyasî, endam û rêveberên Kongra Star, saziyên civaka sivîl û Rêveberiya Xweser beşdarî şahiyan bûn.

DIRBÊSIYÊ

Şahiya li Dirbêsiyê li stada navçeyê hate lidarxistin, qada şahiyê bi alên Kongra Star û wêneyên rêber Abdullah Ocalan hate xemilandin.

Şahî bi deqeyeke rêzgirtin dest pê kir. Paşê endama Kongra Star a navçeyê Raziya Îbrahîm axivî, salvegera damezirandina  Kongra Star li rêber Abdullah Ocalan, girtiyên siyasî, gerîla û malbatên şehîdan pîroz kir.

Raziya Îbrahîm diyar kir ku bi saya xebata Kongra Star jinan li Bakur û Rojhilatê Sûriyê di hemû qadan, siyasî, dîplomasî, leşkerî, aborî û îdeolojî de gavên mezin avêtin û roleke pêşeng lîstin û got: "Jinan pêşengtiya şoreşa Rojava kirin, mezintirîn rêxistinên terorîst li cîhanê an ku DAIŞ têk bir û dengê jinan gihand tevahî cîhanê"

Şahî bi gerandina xelekên govendê li ber stranên Koma Zîlan bi dawî bû.

TIL TEMIR

Li Til Temirê jî bi heman boneyê, navendeke nû ya Kongra Star bi şahiyekê hate vekirin.

Hola navendê bi alên Kongra Star,wêneyên şehîd Seida El-Hermas û Hind Xidêr û wêneyên rêber Abdullah Ocalan hate xemilandin.

Endama Kongra Star a navçeya Til Temirê Madlên Ubeyd got, Kongra Star çarçoveya rêxistinbûyîna xwe berfireh kir, li bajar, bajarok û navçeyan jin bi rêxistin kirin û xwe gihad piraniya jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê.

Madlên Ubeyd anî ziman ku armanca Kongra Star rêxistinkirin û perwerdekirina jinan û avakirina civakeke demokratîk e û wiha domand: "Di van salan de, jinan fedekariyên mezin dan, mînak şehîd Arîn, Hevrîn, Zehra, Hebûn, Barîn, Hin, Seida, Yadê Eqîde û Emîne û bi hezaran jinên din ku şehîd bûne. Em soz didin ku şopdarên xeta wan bikin."

Rêvebera Kongra Star a bajarokê Gera ya herêma Çiyayê Kezwan Sewsen Silêman jî îşaret bi destkeftiyên ku Kongra Star bi destxistine û got, ew ê danasîna mafên jinan û parastina wan bidomînin.

ŞEDADÊ

Li navçeya Şedadê şahî li ber avahiya Kongra Star hate lidarxistin.

Di şahiyê de endama Komîteya Perwerdeyê ya Kongra Star Reşa El-Xilêf axivî û got, têkoşîna jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê heta pêkanîna edalet, wekhevî û demokrasiyê, her wiha heta bidawîkirina tundiya li ser jinan berdewam  e.

Reşa El-Xilêf salvegera avabûna Kongra Star li tevahî jinên cîhanê û Bakur û Rojhilatê Sûriyê pîroz kir.

Şahî bi stranên folklorî bi dawî bû.

HOL

Şêniyên navçeya Holê jî salvegera damezirandina Kongra Star li ber avahiya kongreyê pîroz kir.

Endama rêveber a Kongra Star a Holê Emîra Xelef îşaret bi rola pêşeng a jinan di şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyê de kir û diyar kir ku serkeftinên ku jinan bi dest xistine berhemên ramanê rêber Abdullah Ocalan in.

Endama Meclisa navçeya Holê, Wezîra Îbrahîm jî, salvegera damezirandina Kongra Star pîroz kir û bang li jinanê cîhanê kir ku rêxistinbûna jinan li Bakur û Rojhilatê Sûriyê mînak bigirin.

Di şahiyê de şano, stran û govend hatin pêşkêşkirin.

ANHA