Li Heleb û herêma Firatê pîrozbaniyên salvegera damezirandina Kongra Star

Li Kobanê, Eyn Îsa û Firatê salvegera 17'an a damezirandina Kongra Star bi şahiyan hate pîrozkirin.

13 ÇILE, 2022   15:23
KOBANÊ

15'ê Çileyê salvegera damezirandina Kongra Star (Yekitiya Star berê) e. Bi vê boneyê şahiyek li hola Firat a bajarê Kobanê hate lidarxistin.

Şêniyên kantona Kobanê, di nav de endamên saziyên sivîl û partiyên siyasî beşdarî şahiyê bûn.

Hola şahiyê bi wêneyên rêber Abdullah Ocalan, wêneyên şehîdan û pankartên " Bi pêşengtiya Leylayan em ê berxwedanê geş bikin û bi rêbertî re azad bijîn", "Bi rihê Sakîne, Fîdan û Leylayan em ê faşîzm û dagirkeriyê têk bibin û azadiyê jinê misoger bikin" hate xemilandin.

Piştî deqeyeke rêzgirtin, endama Koordînasyona Kongra Star Mizgîn Xelîl bixêrhatina beşdaran kir û salvegera 17`an a damezirandina Kongra Star li rêber Abdullah Ocalan û hemû jinên cîhanê pîroz kir. Mizgîn Xelîl got: " Kongra Star bi saya fikir û felsefeya rêber Abdullah Ocalan hate avakirin ku jiyaneke azad ji jinan re misoger kir û gihaşt vê qonaxê."

Mizgîn Xelîl îşaret pê kir ku Kongra Star hemû jinên cîhanê, çi Kurd, Ereb û çi Suryan be digire nav xwe.

Mizgîn Xelîl da zanîn ku dewleta Tirk eşkere jinan dike hedef da ku vîn û şoreşa wan têk û got: "Bi vê boneyê em soz didin şehîdan ku em ê li dijî dijmin bisekinin."

Şahî bi stranan bi dawî bû.

EYN ÎSA

Li navçeya Eyn Îsayê jî bi heman boneyê şahiyek ji aliyê Kongra Star ve hate lidarxistin. Bi sedan koçberên ji Girê Spî, şandeyên jinan ên ji navçeya Eyn Îsa û gundewarên wê û endamên nivîsgeha Kombûna Jinan a Zenûbiya ya Reqayê beşdarî şahiyê bûn.

Şahî li qada giştî ya kampa Koçberên Girê Spî hate orgenîzekirin. Di şahiyê de endama Koordînasyona Kongra Star Ayat Îsa axivî û şahî li hemû jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê pîroz kir.

Ayat Îsa diyar kir ku Kongra Star di rêxistinkirina jinan û tevlêbûna wê hemû qadên jina civakî, siyasî û leşkerî xwedî roleke sereke bû.

Bi navê Meclisa Kantona Girê Spî Eyşe Hemsork axivî û got: "Jin bi saya rêxistinbûyînê û piştgiriya Kongra Star gihaşt van qonaxên serkeftî. Ji ber ku piştevaniyeke fikirî û manewî dida, her wiha li ser derbaskirina hemû pirsgirêkên jiyanê bi jinan re bû alîkar."

Endama Nivîsgeha Jinan a Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) a Kantona Girê Spî Kurdiye Bozan ev bone li şervanên li eniyên şer pîroz kir.

Paşê helbest li ser berxwedanê jinan û stranên folklorî hatin gotin.

Şahî bi belavkirina xelatan ji aliyê Kombûna Jinan a Zenûbiya ya Herêma Reqa û malbatên şehîdan ên kantona Girê Spî ve bi dawî bû.

HELEB

Li Helebê jî bi dirûşmeya "Na ji qirkirin û dagirkeriyê re, em ê  jin û jiyanê biparêzin", şahiyek hate lidarxistin.

Şahî li hola Star Layt a li taxa Şiqêf bi beşdariya bi sedan şêniyên taxê, di nav de endamên saziyên sivîl, partiyên siyasî û endamên Kongra Star hate lidarxistin.

Endama Koordînasyona Kongra Star Amîne Xidro ev bone li tevahiya jinên cîhanê, jinên Afganistanê û Rojava pîroz kir û got, beriya 17 salan wekî vê rojê, xebata têkoşîna jinan ku bi saya rêber Abdullah Ocalan bû, dest pê kir.

Amîne Xidro îşaret bi destkeftiyên jinan kir ku bi saya berxwedana xwe bi dest xistine û wiha axivî: "Ji beriya 44 salan ve jin di hemû qadan de tê dikoşe û di gelek cengan de cih girt. Her wiha tev li hemû qadên siyasî û leşkerî bû û hebûna xwe îsbat kir."

Amîne Xidro bi domdarî got: "Di serkeftina Şoreşa Rojava de jinan pêşengtî kir û parastina xwe û xaka xwe kir, her wiha tundtirîn şêweyên terora li Kobanê têk bir û li taxa Şêxmeqsûd jî tê koşiya, ji lewma bû sembol."

Paşê Koma Şîlan a Navenda Cemîl Horo ya Çand û Hunerê dîlanên folklorî pêşkêş kirin û Koma Feraşîn stranên şoreşgerî gotin.

Şahî bi gerandina govendan bi dawî bû.

Kongra Star (Yekitiya Star) 15`ê Çileya 2005`an hate damezrandin û li Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Başûrê Kurdistanê, Lubnan û gelek welatên Ewropa xwe bi rêxistin dike.

(eh)

ANHA