HPG bîlançoya êrişên dewleta Tirk ên di 12 rojan de eşkere kir

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê ragihand ku artêşa Tirk a dagirker bi giranî Herêmên Parastinê yên Medyayê bombebaran kir. HPG'ê diyar kir ku ji ber van êrişan tiştek bi hêzên gerîla nehatiye.

HPG bîlançoya êrişên dewleta Tirk ên di 12 rojan de eşkere kir
13 ÇILE, 2022   10:42
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya Hêzên Parastina Gel (HPG) li ser êrişên dewleta Tirk a dagirker daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de ev agahî hatin dayin:

"Artêşa Tirk a dagirker bombardûmaneke giran li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê dike. Artêşa Tirk a dagirker ku hêviya xwe bi vê bombardûmanê ve girê daye, heta niha ti encam bi dest nexistiye. Agahiyên li ser êrişan wiha ne; ku tiştek bi hêzên me nehatiye:

7'ê Çileyê saet di navbera 16:20-17:30'î de li qada Kalatuka ya herêma Qendîlê, gundê Şêxan 2 caran û qada Kozîne jî carekê bi balafirên şer hatin bombekirin.

8'ê Çileyê saet di 15:30'î de li herêma Zapê qada Karker bi balafirên şer hate bombekirin.

9, 10 û 11'ê Çileyê li herêma Zapê qada Gundê Fileha, Girê Cûdî û Girê Amediyê bi balafirên şer 6 caran hatin bombekirin.

9'ê Çileyê saet di 14:10'an li herêma Xakurkê qada Goşîne bi balafirên şer hate bombekirin.

9'ê Çileyê saet di navbera 13:00-14:00 de li herêma Zapê qadên Karker û Saca bi balafirên şer hatin bombekirin.

10'ê Çileyê saet di 10:00 û 11'ê Çileyê saet di navbera 09:00-09:30'î de li herêma Metînayê qada Girê Heqarî 3 caran bi balafirên şer hate bombekirin.

10'ê Çileyê saet di 10:00 de li herêma Zapê qada Girê Şehîd Şahîn bi balafirên şer hate bombekirin.

12'ê Çileyê saet di 10:16'an li herêma Zapê qada Gundê Fileha û qada Girê Bahar bi balafirên şer 2 caran hatin bombekirin.

12'ê Çileyê saet di navbera 10:30-11:00 de li herêma Xakurkê derdora Ava Lolanê bi balafirên şer 2 caran hate bombekirin.

12'ê Çileyê saet di 09:00 de li herêma Zapê qada Kunîşka bi balafirên şer 2 caran hate bombekirin.

9'ê Çileyê saet di navbera 14:30-17:30'î de û 10'ê Çileyê saet di navbera 17:00-18:00 de li herêma Zapê qadên Gundê Fileha, Girê Cûdî, Geliyê Kesk û ŞehÎd Şîlan ji aliyê qereqolên li ser sînor ve bi obusan hatin bombekirin.

5'ê Çileyê saet di navbera 19:45-21:30 û 8'ê Çileyê saet di navbera 18:45-22:00 de li herêma Avaşînê li ser qada Mervanosê helîkopter geriyan.

9'ê Çileyê saet di navbera 19:20-20:00 de li herêma Avaşînê li ser qadên Basya û Mamreşo helîkopter geriyan."