Stasyonên avê yên Şedad û Mergada dê 15`ê Sibatê bikevin meriyetê

Hevseroka Gerînendetiya Avê ya Giştî ya kantona Hesekê diyar kir ku stasyonên avê yên Şedad û Mergadayê dê di 15`ê Sibatê de bikevin meriyetê. Her wiha piştrast kir ku xebatên sererastkirinê gihaştine ji sedî 90.

Stasyonên avê yên Şedad û Mergada dê 15`ê Sibatê bikevin meriyetê
Stasyonên avê yên Şedad û Mergada dê 15`ê Sibatê bikevin meriyetê
Stasyonên avê yên Şedad û Mergada dê 15`ê Sibatê bikevin meriyetê
Stasyonên avê yên Şedad û Mergada dê 15`ê Sibatê bikevin meriyetê
Stasyonên avê yên Şedad û Mergada dê 15`ê Sibatê bikevin meriyetê
12 ÇILE, 2022   18:31
HESEKÊ

Hevserokê Gerînenditiya Avê ya Giştî ya kantona Hesekê Selwa El-Salih encamên xebatên sererastkirina stasyonên avê yên Şedad û Mergadayê di civînekê de eşkere kirin. Rayedarên meclisên herêmî û komînan ên Şedadê û gundewarê wê tev li civînê bûn.

Civîn bi armanca naskirina mekanîzmeya xebitandina stasyona avê ya Şedadê û stasya avê ya Mergadayê û nîqaşkirina mekanîzmeya belavkirina avê bi rêya xetan û sahrîcan li ser naverasta navçeyê, gund û bajarokên girêdayî wê li başûrê kantona Hesekê li dar ket. Hevserokên Meclisa Navçeya Şedadê, Rêveberiya Giştî ya Gerînendetiya Avê ya kantona Hesekê û komîn di civînê de beşdar bûn.

Hevseroka Gerînendetiya Avê ya kantona Hesekê Selwa El-Salih di civînê de wiha axivî: “Heta niha me ji sedî 90 xebatên sererastkirinê li her du stasyonan bi dawî kirine. Me xetên sereke û şaxî yên bajêr, gundên girêdayî wê sererast kirin.”

Selwa wiha domand: “Di 15`ê Sibatê de wê av bigihêje şêniyan.”

(şx)

ANHA