Salvegera 17` emîn a  damezrandina Kongra Star li Şehbayê hate pîrozkirin

Îro li kantona Şehbayê damezrandina Kongra Star a 17` emîn bi şahiyeke mezin û bi coşa jinan hate pîrozkirin.

Salvegera 17` emîn a  damezrandina Kongra Star li Şehbayê hate pîrozkirin
Salvegera 17` emîn a  damezrandina Kongra Star li Şehbayê hate pîrozkirin
Salvegera 17` emîn a  damezrandina Kongra Star li Şehbayê hate pîrozkirin
Salvegera 17` emîn a  damezrandina Kongra Star li Şehbayê hate pîrozkirin
12 ÇILE, 2022   18:15
ŞEHBA

Kongra Star di sala 2005` an  de hate damizrandin, destpêkê navê wê Yekitiya Star bû, erka li ser milê wê çareserkirina pirsgirêkên di nav civakê de ye û ji bo civakeke azad dixebite.

Îro li hola Mîtan a Çand û Hunerê ya li navçeya Ehdas a kantona Şehbayê bi sedan şêniyên herêma Efrînê û bi dehan endamên saziyên jin ên Rêveberiya Xweser a herêma Efrînê salvegera 17’emîn a Kongra Star pîroz kir.

Şahî bi deqeyeke rêzgirtin dest pê kir, piştre endama rêveber a Kongra Star Şêrîn Hesen salvegera damezrandina Kongra Star li hemû jinan û li gerîlayên YJA - Star ên li çiyayên azad şer dikin pîroz kir û got: "Ji ber ku di vê mehê de her sê jinên têkoşer Sekîne Cansiz, Leyla Şaylemez, Fîdan Doxan hatin şehîdxistin em bejina xwe li hember wan ditewînin û wan bi bîr tînin."

Şêrîn Hesen wiha bi dawî kir: "Bi saya jinên azad û têkoşer ên YJA-Star em Kongra Star kar û xebata xwe didin meşandin."

Piştre ji aliyê endamên Kongra Star ve paste hate qutkirin û li ser gel hate belavkirin.

Şahî ji aliyê endamên Çand û Hunerê ya her du kantonên Şehba- Efrînê ve bi komên stran, Helbest û govendan û coşa jinan hate pîrozkirin.

Di dawiyê de gelek pîrozbahî ji aliyên saziyên jinan ên herêma Efrînê ve ji Kongra Star re hatin şandin.   

ANHA