Çeteyên dewleta Tirk darên zeytûnê yên şêniyên navçeya Cindirêsê qut kirin

Çavkaniyan ji kantona Efrînê ya dagirkirî ragihand ku çeteyên dewleta Tirk a dagirker darên zeytûnê yên gundên Remadiye, Hemam, Miskê yên girêdayî navçeya Cindirêsê qut kirin û erebeya welatiyekî gundê Sêmalka yê navçeya Mabatayê desteser kir.

Çeteyên dewleta Tirk darên zeytûnê yên şêniyên navçeya Cindirêsê qut kirin
12 ÇILE, 2022   15:28
ŞEHBA

Çavkaniyan eşkere kir ku çeteyên Nûredîn El-Zingkî yên girêdayî dewleta Tirk a dagirker roja sêşemê derdora 50 darên zeytûnê yên welatiyê bi navê Mistefa Ferdonî (Ebû Besam) ê ji gundê Rifatiyê yê navçeya Cindirêsê qut kirin.

Baxçeyê Mistefa Ferdûnî li gundê Remadiyê yê navçeya Cinidirêsê ye. Piştî ku qebûl nekir baç bide çeteyan, çeteyan darên wî qut kir.

Çavkaniyan diyar kir ku çeteyên El-Hemzat, Semerqend û Ehara El-Şerqiye tevî malbatên ji derveyî herêmê darên gundên Miskê û Hemam ên girêdayî navçeya Cinidirêsê qut kirin.

Li aliyekî din çeteyên Firqet Sultan Murad erebeya welatiyê bi navê Mihemed Sîno Seydo Keno yê ji şêniyên gundê Sêmalka yê Mabatayê deteser kir.

(şx)

ANHA