Rêzesûcên çeteyên dewleta Tirk li Efrîna dagirkirî didomin

Çeteyên dewleta Tirk a dagirker di çend rojên derbasbûyî de li dijî şêniyên kantona Efrînê ya dagirkirî, rêzesûc pêk anîn. Gelek welatî ji navçeya Raco revand, li pêşiya malbatê êrişî zarokekî kir û 2 hezar dolar baç li ser ciwanekî ji navçeya Şera ferz kir.

Rêzesûcên çeteyên dewleta Tirk li Efrîna dagirkirî didomin
12 ÇILE, 2022   15:17
ŞEHBA

Li gorî çavkaniyan ji navçeya Raco ya kantona Efrînê, çeteyên "Polîsa leşkerî" duh 2 welatî ji şêniyên gundê Mamala yê girêdayî navçeyê, bi tawana ku beriya kanton were dagirkirin, nobetdarî digirt, revandin.

Çavkaniyên navên kesên hatine revandin eşkere kirin; Abdîn Birîm (40) û Mihemed Omer (45). Li aliyekî din jî heman çavkaniyan da zanîn ku kesên hatine revandin li navendeke çeteyan a li navçeya Racoyê tên girtin.

Her wiha çavkaniyekî din ragihand ku ji ber ku zarokekî welatiyê bi navê Xalid Ednan (Ado) û zarokekî malbatên ji derveyî herêmê hatine lihev xistin, çeteyên Lîwaa Semerqend ên dewleta Tirk a dagirker ku li gundê Kefersefrê yê navçeya Cindirêsê ne, roja şemiyê ser mala Xalid Ednan girt û li pêşiya çavê malbatê li zarokê wan da. Di encama wê lêdana zêde de, kurê Xalid Ednan rakirin nexweşxaneyê.

Di çarçoveyeke din de û li gorî çavkaniyekî din ji navçeya Şera, serçeteyê Sultan Silêman Şah (Amşat) Mihemed Casim (Ebû Emşe) beyî sedem, 2 hezar dolar li ciwanê bi navê Hesen Rifet ferz kiri û heke ew baç neda gefa lêdan û revandinê lê xwarin.

(eh)