`PDK`ê li ser xeta xiyanetê israr dike`

100 roj li ser çalakiya sêmalkayê derbas bû. Lê hîna PDK`ê cenazeyên şehîdan radestî malbatan nake. Îro Desteya Jinan a Herêma Cirzîrê serdana konê çalakiyê kir û xiyaneta PDK`ê şermezar kir.

`PDK`ê li ser xeta xiyanetê israr dike`
`PDK`ê li ser xeta xiyanetê israr dike`
`PDK`ê li ser xeta xiyanetê israr dike`
`PDK`ê li ser xeta xiyanetê israr dike`
`PDK`ê li ser xeta xiyanetê israr dike`
`PDK`ê li ser xeta xiyanetê israr dike`
`PDK`ê li ser xeta xiyanetê israr dike`
`PDK`ê li ser xeta xiyanetê israr dike`
12 ÇILE, 2022   14:40
QAMIŞLO

Tevî sermayê jî malbatên şehîdan, dayîkên aştiyê û şêniyên rojava çalakiya konvedanê ya li Sêmalkayê didomînin. Îro roja 100`î  ya çalakiyê ye ku çalakger bang li Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) dikin ku cenazeyên şehîdên Xelîfanê radestî malbatên wan bike.

Ji roja ku çalakî li dar ketiye (5`ê Cotmehê) ve û heta niha gelek sazî, desteyên girêdayî Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, saziyên civaka sivîl, rêxistinên mirovî, rûspiyên êlan û nivîsgehên olan, Hêzên Parastina Cewherî û yên jin, Hêzên Ewlekariya Hundirîn û hemû yekitiyên Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) serdana çalakiyê kir û piştgiriya malbatên şehîdan kir.

Dayîkên aştiyê sê caran berê xwe dan deriyê Pêşxabûr da ku nameya xwe radestî desthilata PDK`ê bikin. Lê çekdarên PDK`ê bi çek li hember dayîkan sekinîn û nehiştin ku ew derbasî deriyê sînor Pêşxabûrê bibin.

Di çalaiyê de, gelek axaftin hatin kirin û semîner, sînefizyon têkildarî şehîdên kemîna Xelîfanê hatin pêşendan. Her wiha Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê meşek dirêj heta 3 rojan li dar xist. Meş ji Qamişlo dest pê kir û li Sêmalka bi dawî bû.

Ruxmî hemû bangewaziyên aştiyane yên hêzên nîştimanî û partî, yekitî, sazî, deste, rûspî û oldar lê PDK`ê israr dike ku cenazeyan radestî malbatên neke. Lê belê ji wê zêdetir, deriyên sînor ên Pêşxabûr û El-Welîd girtin û embargo li ser şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ferz kir.

Li gorî Navenda Çapemeniyê ya Hêzên Parastina Gel (HPG) PDK`ê di 28 û 29`ê Tebaxê de kemînek danî pêşiya 7 gerîleyan. Di encamê de 5 şehîd bûn, yek dîl hat girtin û yek din vegerî cihê xwe.

Îro Desteya Jinan a Herêma Cizîrê berê xwe da Sêmalkayê da ku tev li çalakiya li wir bibe.

Şêniyên navçeya Amûdê îro nobet girtibûn û pêşwaziya desteyê kir.

Seroka Desteya Jinan a herêma Cizîrê Zeyneb Saroxan li pêşiya deriyê sînor ê Pêşxabûr axivî û got: “Tevgera Rizgariya Kurdistanê ji destpêkê ve, li hember dewleta Tirk a faşîst fedekariyên bê hempa dan.”

Zeyneb Saroxan wiha berdewam kir: “Ruxmî çewisandinê lê gelê Kurd pêşengiya şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir. Tevgerê jî di oxira parastina gelê herêmê de ji her çar parçeyên Kurdistanê û Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi hezaran şehîd dan.”

Zeyneb Saroxan bang li gelê kurd kir ku di vê pêvajoya hesasê de bibin yek.

Her wiha Zeyneb Saroxan bang li PDK`ê kir ku dev ji siyaseta xiyanetê û hevkariya bi dewleta Tirk re berde.

Di dawiyê de Zeyneb bang li rêxistinên hiqûqî û mafên mirovan kir ku erkên xwe bînin cih, cenazeyên şehîdan radestî malbatên wan bikin, deriyên mirovî vekin.

(şx)

ANHA