Bi wêne û vîdyo ziyanên bombebarana artêşa Tirk li ser stasyona El-Hêşê

Ajansa me bi wêne û vîdyo, ziyanên stasyona ava vexwarinê ya El-Hêşê ya li rojhilatê navçeya Eyn Îsayê di encama bombebarana dewleta Tirk de şopand.

Bi wêne û vîdyo ziyanên bombebarana artêşa Tirk li ser stasyona El-Hêşê
Bi wêne û vîdyo ziyanên bombebarana artêşa Tirk li ser stasyona El-Hêşê
Bi wêne û vîdyo ziyanên bombebarana artêşa Tirk li ser stasyona El-Hêşê
Bi wêne û vîdyo ziyanên bombebarana artêşa Tirk li ser stasyona El-Hêşê
Bi wêne û vîdyo ziyanên bombebarana artêşa Tirk li ser stasyona El-Hêşê
Bi wêne û vîdyo ziyanên bombebarana artêşa Tirk li ser stasyona El-Hêşê
12 ÇILE, 2022   14:15
EYN ÎSA

Stasyona ava vexwarinê ya El-Hêşê ya ku 15 km dikeve rojhilatê navçeya Eyn Îsayê, duh di saet 11:30’an de ji baregehên dewleta Tirk ve rastî bombebaranê hat û di encamê de ji xizmetê derket.

Mafê ava vexwarinê di Peymana Mafên Zarokan, biryarên Neteweyên Yekbûyî û Peymana Cinêvê de cih girtiye.

Di wêne û vîdyoyan de ziyan û wêranbûna avahiya stasyonê û jenetorên kehrebeyê xuya dibin.

Têkildarî nijarê, çavdêrê stasyonê Elî El-Derwîş ji ajansa me re diyar kir ku di dawiya sala borî de derdora stasyonê hatibû bombebarankirin û duh jî ji aliyê dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ve hat bombebarankirin.

Hevserokê Komîteya Xizmetguzariyê ya Meclisa Gel a bajarokê El-Hêşê, Himêdî Mihemed diyar kir ku ev stasyon ji 50 gundên derdor re ava vexwarinê dabîn dike.        

Himêdî Mihemed  her wiha destnîşan kir ku ev stasyon di havîna sala 2020'an de bi buhaya 125 hezar dolar hate nûkirin.        

Di dema dagirkirina herêmê ji aliyê çeteyên DAIŞ'ê ve, stasyon bi temamî hat rûxandin û şêniyên wan herêman 5 salan av ji tankan werdigirtin.

Himêdî Mihemed di dawiya axaftina xwe de bang li civaka navneteweyî kir ku zextê li Tirkiyê bike da ku êrişên xwe yên li ser welatiyan û navendên xizmetguzariyê rawestîne.                       

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê di demên dawî de êrişên li ser gundên rojavayê kantona Girê Spî, gundewarên rojava û rojhilatê navçeya Eyn Îsa (gundên El-Hoşan, El-Xalidiyê, Mielak), (gundên El-Fatsa, derdora bajarokê El-Hêşê), zêde kirine.         

(dx)

ANHA