Şêniyên Sirînê salvegera damezrandina Kongra Star pîroz kir

Şêniyên navçeya Sirînê bi boneya salvegera 17’an a damezrandina Kongra Star ku dikeve 15’ê Çileyê, şahiyek li dar xist.

Şêniyên Sirînê salvegera damezrandina Kongra Star pîroz kir
Şêniyên Sirînê salvegera damezrandina Kongra Star pîroz kir
Şêniyên Sirînê salvegera damezrandina Kongra Star pîroz kir
Şêniyên Sirînê salvegera damezrandina Kongra Star pîroz kir
Şêniyên Sirînê salvegera damezrandina Kongra Star pîroz kir
Şêniyên Sirînê salvegera damezrandina Kongra Star pîroz kir
12 ÇILE, 2022   14:47
KOBANÊ

Şêniyên navçeya Sirîn, endamên Kongra Star, saziyên navçeya Çelebiyê û bajarokê Bilik salvegera Kongra Star ku dikeve 15’ê Çileyê pîroz kir.

Şahî li Navenda Çand û Hunerê ya Sirînê ku 40 kîlometre dikev başûrê Kobanê hat lidarxistin. Di şahiyê de endama Mala Jinan a Kongra Star a Sirînê Muna Ehmed axivî û wiha got: "Ji ber Kongra Star sazî û dayika hembêzker e bi damezrandina wê re hemû reng temam bûn. Ev tê wateya ku felsefeya rêber Abdullah Ocalan a bi "Jin jiyana civakê ye" jî temam bû."

Muna Ehmed wiha domand: "Kongra Star di damezrandina 17’an de îsbat kir ku jin hêmaneke aktîf e ku li hember tiştekî nasekine û bang azadî û aştiyê dike."

Li aliyekî din jî Hevseroka Şaredariya Qadiriyê Emel Mistefa erka Kongra Star bi bîr xist û ev tişt got: "Kongra Star di têkoşîna li dijî tundiyê de piştevanê yekemîn ji jinan re ye, her wiha piştevanê têkbirina zihniyeta mêrdestiyê ye. Ew sîwan û tevahî jinê

Cîgira Hevserokatiya Navçeya Çilebiyê Selwa Hec Mehmûd jî soz da tevahî jin û wiha got: "Em ê we ji koletî û zihniyeta mêrdestiyê rizgar bikin. Ji ber koletî û zihniyeta mêrdestiyê jin ji cewhera wê bi dûr xist û xist çarçoveya qalibên edat û kevneşopiyên nijadperestî û li hember azadiya we dibûn asteng. Lê jina azad civakeke azad diafirîne."

Şahî bi mûzîk, mewal û stranên folklorîk ên ji hêla koma şehîd Xabûr ve bi dawî bû.

Kongra Star di 2005’an de hate damezrandin û bi nave Yekitiya Star bû. Lê di kongreya 6’an a di 25’ê Sibata 2016’an de nav bû Kongra Star. Çalakiyên xwe li Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Başûr û Bakurê Kurdistanê, Lubnan û gelek welatên ewropa pêk tîne.

(fr)

ANHA