Kongerya Ol û Baweriyan di roja duyemîn de didome

Kongreya Ol û Baweriyan a Mezopotamyayê ya Navneteweyî di roja duyemîn de dewam dike. Tê payîn ku îro mijara ‘Faktorên ku bi navê olan li dijî gelan hatin bikaranîn û bûn sedema binpêkirinan?’ were nîqaşkirin.

Kongerya Ol û Baweriyan di roja duyemîn de didome
11 ÇILE, 2022   08:23
QAMIŞLO

Bi sponseriya Komxebata Olan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê duh Konferansa Ol û Baweriyan a Mezopotamyayê ya Navneteweyî bi dirûşma "Bi hev re em aştiyê belav bikin" li salona Zanîngeha Rojava ya li Qamişloyê dest pê kir.

Di kongreyê de kesayetên oldar, mezhebî û siyasetmedar ên ji tevahî Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Komsera Komîteya Amerîkayê ya Navneteweyî ya Parastina Azadiyên Olî Nadine Menza û nûnerên ji Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Meclisa Jinên Sûriyê, Konra Star, Yekitiya Suryanî, Mala Êzidiyan a Herêma Cizîrê, Meclisa Rûspiyên Eşîran beşdar bûne. Her wiha kesayetên ji tevahî cîhanê yên misilman, xiristiyan, cihû, zerdeştî, hindû û kakeyî jî peyamên nivîskî û dîmen şandin kongreyê.

Di roja duyemîn a kongreyê de, dê belgefîlmek têkildarî tecrubeya Rojava were pêşandan. Her wiha dê nûnerên êzidî, zerdeştî, cihû, xiristiyan û misilman biaxivin.

Tê payîn ku kongre bi nîqaşên çawaniya xebata pêşerojê bi dawî bibe.

ANHA