​​​​​​​Kargeha My Sun hewl dide pêdiviyên şêniyên herêmê ji ava pak peyda bike

Rayedarên kargeha avê ya li navçeya Tirbespiyê hewl didin pêdiviyên ava paqij ên şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê peyda bikin. Her wiha di çarçoveya pêkanîna rêgeza xwetêrkirinê de derfetên kar gelan kesan re dabîn bike.

11 ÇILE, 2022   06:55
QAMIŞLO-RÊNAS REMO

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi hemû saziyên xwe ve hewl dide rêgeza xwetêrkirinê di gelek waran de û derfetên kar ji gelek kesan re peyda bike. Ji ber wê û ji bo pêşxistina aboriya herêmê gelek kargeh vekirin.

Ji girîngtirîn projeyên ku li herêmê hatine vekirin, Karkgeha My Sun a ava paqij û parzûnkirî ye. Kargeh li gundê Biyaze yê başûrê navçeya Tirbespiyê hatiye vekirin. Bi amûr û alavên pêşketî hatiye hazirkirin. Her wiha cureyên cuda yên şûşeyên avê di kargehê de tên çêkirin.

Ji ber ku hikumeta Şamê nedihişt kargeh li herêmê bên vekirin, lewra xelkê herêmê ji bo peydakirina debara jiyana xwe neçar diman ber bi hundirê Sûriyê de biçin yan jî li welatên cîran koçber bibin.

Kargeh di Cotmeha 2021`an de hat vekirin. Tê de taqîgehek ji bo testkirina avê, alavên parzûnkirina wê, çêkirina cureyên cuda yên şûşeyên avê hene. Kargeh ji aliyê alavan ve temamkirî ye.

Tê de rojane 63 karker kar dikin. Her wiha rojane 6 hezar şûşeyên avê derdixe.

Endamê rêveber ê kargehê Eyûb Hesen destnîşan kir ku di kargehê de 2 beş hene; beşa çêkirina şûşeyên avê, beşa dagirtina şûşeyan û embalajkirina wan. Li rex wan her du beşan taqîgehel heye da ku av were testkirin.

Hesen diyar kir ku kargeh gelek derfetên kar ji şêniyên herêmê re peyda dike, wê dev ji anîna avê ji derve berdin û pêdiviyên sûka herêmê ji ava paqij peyda bibe.

Li gorî berpirsên kargehê, di havînê de dê kargeh were firehkirin. Li şûna daneke kar dê 3 dan bên eyarkirn. Hejmara karkeran dê bigihêje 100 karkerî.

Sala borî li Dêrikê kargeha Zozan a mast û penêr û di Çileyê de kargeha zeyt Golden Rose hatibûn vekirin û gelek projeyên din li ser asta herêma Cizîrê pêk hatin.

(şx)

ANHA