Îsmaîl Hec Ferhan banga lêkolînkirina bikaranîna çekên kîmyewî li NATO'yê kir

Endamê Komîteya Navendî ya Partiya Çep a Kurd li Sûriyê diyar kir ku têkildarî bikaranîna çekên kîmyewî ji aliyê dewleta Tirk ve divê lêkolîn were vekirin û got, bêdengiya navneteweyî dê bandorê li gel bike.

Îsmaîl Hec Ferhan banga lêkolînkirina bikaranîna çekên kîmyewî li NATO'yê kir
11 ÇILE, 2022   01:49
HESEKÊ-DIYAR EHMED

Dewleta Tirk ji beriya çend mehan ve bi çekên kîmyewî êrişî Herêmên Parastinê yên Medyayê dike û li hemberî vê yekê civata navneteweyî û rêxistinên wê bê deng in.

Endamê Komîteya Navendî ya Partiya Çep a Kurd li Sûriyê Îsmaîl Hec Ferhan destnîşan kir ku dewleta Tirk bi hemû rêbazan êriş dike da ku gelê Kurd qir bike û da zanîn êrişên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê, her wiha Bakur û Rojhilatê Sûriyê dikeve vê çarçoveyê û tê wateya ku dijminatiya Kurdistanê dike.

Hec Ferhan ev li axaftina xwe zêde kir: "Her kes êrişên rojane yên li dijî gelê Kurd ê li Kurdistanê dibîne ku li pêşberî çavên tevahiya dewletan têne kirin. Ketina hêzên Tirkiyê Başûr û Rojavayê Kurdistanê bi armanca dagirkirine ye, ji ber ku dewleta Tirk dewleteke dagirker e û nêrîna wê ya ji her çar parçeyên Kurdistanê re yek e."

Hec Ferhan bal kişand ser destwerdana  dewleta Tirk a li Başûr û wiha pê de çû: "Dewleta Tirk îro bi bihaneya şerê li dijî Partiya Karkerê Kurdistanê (PKK) destwerdana Başûr dike, lê em baş dizanin û ji her kesî re hate diyarkirin ku armanca wê şerê gelê Kurd û hemû hêzên kurdî bike û şoreşa wan têk bibe. Li ser vê yekê divê gelê Kurd û hikumeta Başûr li dijî dewleta Tirk yekitiya xwe ava bike."

Zêdetirî carekê fermandariya Navenda Parastina Gel ragihand ku dewleta Tirk a dagirker li dijî gerîlayan çekên kîmyewî bi kar tîne û gelek ji wan şehîd bûne. Ruxmî  HPG`ê isbat kir ku ji destpêka Nîsana par ve dewleta Tirk 367 caran bi çekên kîmyewî êriş kiriye, lê dîsa jî hêzên navneteweyî li hemberî vê yekê bê deng in.

Derbarê vê yekê de Hec Ferhan bi domdarî got: "Di dirêjahiya dîrokê de dijminê gelê Kurd bi hemû cureyên çekan êrişî Kurdan kir, ji wan çekên kîmyewî . Îro jî PKK`ê piştrast dike ku dewleta Tirk bi çekên kîmyewî êrişî gerîlayên wê dike."

Hec Ferhan got, divê lêpirsîn were destpêkirin, nexasim ku dewleta Tirk endama NATO`yê ye û ev lê zêde kir: "Bêdengiya navneteweyî ya li hemberî van êrişan rê li pêşiya Tirkiyê vedike ku bikaranîna çekên kîmyewî yên li dijî gelan berdewam bike."

Hec Ferhan hişyariya li ser bandorên bêdengiya navneteweyî ya li hemberî êrişên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê û Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir û diyar kir ku armanca êrişan têkbirina gelê Kurdistanê û koçberkirina wan e.

Siyasetmedar piştevaniya Partiya Çep a Kurd li Sûriyê ji PKK`ê û gerîla û berxwedana wan li Başûrê Kurdistanê re nîşan da û got: "Şoreşa PKK`ê û gerîlayên wê şoreşeke pîroz e, ji ber ku ji bo gelê Kurd û gelên din tê dikoşin."

Îsmaîl Hec Ferhan di dawiya axaftina xwe de bang li gelê her çar parçeyên Kurdistanê, nexasim gelê Kurd kir ku li dijî dijminê Kurdan, di serî de dewleta Tirk a dagirker bisekinin, herêmê ji dijmin rizgar bibin û destkeftiyên hatine bidestxistin biparêzin. Her wiha bang li li partiyên kurdî kir ku yekitiya xwe ava bikin.

(eh)

ANHA