Rojnameyên erebî: Hêzên Yemenê kontrolkirina Şebwayê ragihand

Rojnameyên erebî têkildarî dozên li ser hikumeta Şamê yên li Ewropayê û kontrolkirina parêzgeha Şebwayê ji aliyê hikumeta Yemenê ve û hewlên Neteweyên Yekbûyî yên ji bo çareserkirina krîza Sûdanê nivîsin.

Rojnameyên erebî: Hêzên Yemenê kontrolkirina Şebwayê ragihand
Rojnameyên erebî: Hêzên Yemenê kontrolkirina Şebwayê ragihand
Rojnameyên erebî: Hêzên Yemenê kontrolkirina Şebwayê ragihand
11 ÇILE, 2022   09:50
NAVENDA NÛÇEYAN

‘LI EWROPAYÊ GELEK DOZ LI SER REJÎMA SÛRIYÊ HATINE VEKIRIN’

Rojnameya Şerq El-Ewsat têkildarî rojeva Sûriyê wiha nivîsî: "AFP’ê duh ragihand ku gelek doz li ser rêjîma Sûriyê li Ewropayê hatine vekirin, bi taybet li Almanyayê.

Dadgeha Koblenzê der barê efserê berê yê îstixbarata Sûriyê Enwer Reslan de ku bi sûcên dermirovî hate sûcdarkirin, biryar da. Dozgeriya Komarê ya Giştî xwest cezayê muebetê lê were birîn.

Li Almanyayê giliyên welatiyên Sûriyê ku îdia dikin ku ew di girtîgehên rejîmê de îşkence lê hatiye kirin, pir zêde bûne. Hêjayî bibîrxistinê ye ku Berlîn prensîba qanûnî ya dadgeriya gerdûnî bi cih tîne ku destûrê dide, neteweya wan çi be yan li ku derê sûc kiribe, ferq nake.

Mekanîzmayeke navneteweyî ji bo hêsankirina lêkolînên li ser binpêkirinên herî giran ji Adara 2011'an ve hatiye erkdarkirin û xebata xwe ya komkirina delîlan ji bo hêsankirina darizandina sûcdaran berdewam dike. Neteweyên Yekbûyî ev mekanîzma di dawiya sala 2016’an de ava kir.”

‘ARTÊŞA HIKUMETA YEMENÊ HÛSÎ JI ŞEBWAYÊ DERXISTIN’

Rojnameya El-Ereb li ser rewşa Yemenê wiha nivîsî: "Lîwayên Emalîqa yên girêdayî hêzên hikumeta Yemenê ragihand ku wan kontrola parêzgeha Şebwayê bi temamî ji destê Hûsiyan derxistiye ku ji heft salan ve bûye navenda şer û pevçûnan.

Lîwaya Emalîqa di daxuyaniyekê de ku li ser Twitterê hatiye belavkirin, ragihand ku navenda Eyn di roja dehemîn a operasyonan de hat rizgarkirin û bi vê yekê hemû navendên parêzgeha Şebwayê bi temamî hatine rizgarkirin."

‘ÎNSIYATÎFA NETEWEYÊN YEKBÛYÎ JI BO ÇARESERKIRINA KRÎZA LI SÛDANÊ’

Rojnameya El-Beyan li ser rewşa Sûdanê wiha nivîsand: "Neteweyên Yekbûyî (NY) ji bo çareserkirina krîza Sûdanê dan û standinên însiyatîfekê da destpêkirin.

Nûnerê NY’yê Volker Peretz duh di civîneke çapemeniyê de li Xertûmê got dan û standinên destpêkê dê şêwirên kesane yên berfireh hewce bike.

Peretz destnîşan kir ku divê berdewamiya bikaranîna zêde ya hêzê li Sûdanê raweste û der barê tundiyê de lêpirsînek bê kirin. Her wiha diyar kir ku NY’yê tu proje, pêşnûma an jî nêrînek ji bo çareseriyê dernexistiye û ji bo tu aliyekî projeyekê napejirîne.

Peretz bang li siyasetmedar, civaknas, partî, tevgerên çekdar, saziyên sivîl, komên jinan û komîteyên berxwedanê kir ku beşdarî şêwirên destpêkê bibin.”

(dx)