Li Reqayê pêşbaziya hespên erebî yên esîl

Rêxistineke herêmî bi hevkariya Komîteya Ciwan û Werzîşê ya Reqa û Gundewarê, bi dirûşmeya "Em xwediyên wê ne",  pêşbaziya hespan li dar xist.

Li Reqayê pêşbaziya hespên erebî yên esîl
Li Reqayê pêşbaziya hespên erebî yên esîl
Li Reqayê pêşbaziya hespên erebî yên esîl
Li Reqayê pêşbaziya hespên erebî yên esîl
Li Reqayê pêşbaziya hespên erebî yên esîl
10 ÇILE, 2022   17:29
REQA

Pêşbazî  bi beşdarbûna şêniyên bajarê Reqa, xwediyên hespên esîl, endamên Yekitiya Werzîşê ya Giştî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê, endamên Komîteya Werzîşê û Ciwanan a Reqayê û Gundewarê wê û gelek endamên saziyên sivîl li dar ket.

Pêşbazî ji sê qonaxan pêk hat, a yekemîn 800 metre bû. Hespê Melek Nefertîtî di asta yekemîn de bi ser ket, her wiha hespê Esayîl jî di asta duyemîn de û hespê Nîzar Fedlî jî di asta sêyemîn de bi ser ketin.

Di qonaxa duyemîn a bi dirêjahiya hezar û 400 metre de, hespê Werd di asta yekemîn de ket, hespê Asîl jî di asta duyemîn û hespê Xade di asta sêyemîn de  bi ser ketin.

Di qonaxa sêyemîn a dawî ya beza 2 hezar metre de,  hespê Tahan di asta yekemîn de, Wedah di asta duyemîn de û hespê Esmer jî di asta sêyemîn de bi ser ketin.

Di dawiya pêşbaziyê de hespên bi serketin xelat wergirtin. Rêxistina Ciwanên Oksejînê spasname li Komîteya Werzîşê ya Reqa û Gundewarê wê li xwediyên hespên esîl ên Reqa û gundewarê wê belav kirin.

(eh)

ANHA