Bavê girtiyekî: Girtî rûbirûbûyî mirinê ne, lê bi vîna xurt li ber xwe didin

Bavê girtiyê siyasî yê bi navê Silêman Şêxo got, girtiyên di girtîgehên rejîma Tirk de bi mirinê re rû bi rû ne, lê bi vîna xwe ya xurt bûne kaniya hêzê. Bavê Silêman Şêxo bang li rêxistinên hiquqî kir dawî sûcên li dijî girtiyan re deynin.

Bavê girtiyekî: Girtî rûbirûbûyî mirinê ne, lê bi vîna xurt li ber xwe didin
10 ÇILE, 2022   04:17
KOBANÊ-MEYSA AKARÎ

Li girtîgehên dewleta Tirk de zext û îşkence li girtiyên siyasî de didomin.Girtî ji mafên dermankirinê bê par tin, di rewşên dijwar de dihêle heta şehîd bibin û piştre îdia dike ku "dawî li jiyana xwe anîn.

Di demên dawî de asta sûc û êrişên desthilata Tirk ên li dijî girtiyan zêde bûye, mînaka wê jî gelek girtî di encama lêdan û sûcan de gihaştin asta şehadetê.

Da ku dengên wan bigihêje derve, gelek girtiyên di girtîgehên Tirkiyê de banga eşkerekirina sûcên dewleta Tirk dikin, her wiha bang li rêxistinên hiquqî dikin ku dawî li van sûcan bînin.

ꞌPIŞTÎ DI ALIYÊN LEŞKERÎ Û ABORÎ DE BI BIN KET, TIRKIYE HÊRSA XWE BI SER GIRTIYAN VALA DIKE'

Têkildarî mijarê Îsmaîl Şêxo bavê girtiyê bi navê Silêman Îsmaîl Şêxo axivî û got, girtiyên di girtîgehên Tirkiyê de bi îşkence û sûcan re rû bi rû ne, ji ber ku dewleta Tirk dewleteke hovane ye û qanûnan bin pê dike.

Silêman Îsmaîl Şêxo (Dogan Kobanê) di 18 saliya xwe de, di 1999`an de tev li xeta têkoşînê bû, ji ber ku bi fikirê rêber Abdullah Ocalan û dîlgirtina wî bandor bû. Di heman salê de jî berê xwe da çiyayên Kurdistanê.

Li gorî Îsmaîl Şêxo, kurê wî di 2005`an de dema serdana malbateke welatparêz li Sertê dikr hate girtin û cezayê muebet lê hate birîn, heta niha li 5 girtîgehan hatiye veguhastin.

Îsmaîl Şêxo destnîşan kir ku dewleta Tirk a dagirker piştî di tunekirina Tevgera Rizgariya Kurdistanê de bi bin ket û nekarî şerê navxweyî di navbera gelê Kurd de derxe, her wiha di qada aborî de têk çû, hêrsa xwe bi ser girtiyên di girtîgehan de vala dike.

Şêxo da zanîn ku girtiyên di girtîgehên dewleta Tirk de rojane rûbirûyî mirinê ne, gelek ji wan ji ber îşkence û sûcên di girtîgehan de jiyana xwe ji dest da.

Îsmaîl Şêxo ev tişt anî ziman: "Dewleta Tirk a faşîst hebûna Kurdan qebûl nake, li ku derê be dixwaze gelê Kurd qir bike, her wiha nasnameya Kurdan jî ji holê rake da ku Kurd ziman, çand û nasnameya xwe winda bikin. Bi nêrîna dewleta Tirk ew Kurd, Kurdên baş in, lê yên banga mafên xwe yên rewa dikin û ji bo wê tê dikoşin, Kurdên xirab in û divê ew werin tunekirin."

ꞌEM VÎNA XWE JI GIRTIYAN WERDIGIRINꞌ

Şêxo destnîşan kir ku dema bi Silêman re diaxivin, ruxmî ku îşkence lê tê kirin, lê dibêje ew baş e û moralên wan bilind dike. Şêxo wiha pê de çû: "Moralên girtiyan bilind e û vîna wan jî xurt e, li dijî faşîzma Tirk bi israr li ber xwe didin û em jî hêz û vînê ji wan werdigirin."

Îsmaîl Şêxo diyar kir ku çi xizm û dostên wan ku serdana kurê wî dikin, ji aliyê desthilata Tirk ve têne astengkirin û tên lêpirsînkirin.

ꞌHEMÛ DEWLET DIZANIN DEWLETA TIRK LI DIJÎ GELÊ KURD SÛCAN PÊK TÎNEꞌ

Şêxo ev li axaftina xwe zêde kir: "Hemû dewlet dizanin ku dewleta Tirk di qada navneteweyî de destekê dide terorê û li ku derê be sûcan li dijî gelê Kurd pêk tîne, lê tevî vê yekê li hemberî terora wê cîhan bê deng e. Ji ber ku hemû dewlet li gorî berjewendiyên xwe tev digerin û mafên mirovan paşguh dikin."

Îsamîl Şêxo di dawiyê de bang li gelê Kurd kir ku li hemberî vê siyasetên dewleta Tirk hişyar be û li dijî êrişên dewleta Tirk ên li dijî Kurdan yekitiya xwe ava bike. Her wiha bang li rêxistinên hiquqî kir ku biçin girtîgehên Tirkiyê û têkildarî sûcên wê dest bi lêpirsînê bikin û li hember sûcên wê bêdeng nemînin.

(eh)

ANHA