Şehîd Sakîne Cansiz û hevalên xwe li Dirbêsiyê hatin bibîranîn

Li navçeya Dirbêsiyê ya kantona Hesekê şehîdên komkujiya Parîsê Sakîne Cansiz, Fîda Dogan û Leyla Şaylemez ji aliyê sedan kesî ve hatin bîranîn.

Şehîd Sakîne Cansiz û hevalên xwe li Dirbêsiyê hatin bibîranîn
Şehîd Sakîne Cansiz û hevalên xwe li Dirbêsiyê hatin bibîranîn
Şehîd Sakîne Cansiz û hevalên xwe li Dirbêsiyê hatin bibîranîn
Şehîd Sakîne Cansiz û hevalên xwe li Dirbêsiyê hatin bibîranîn
Şehîd Sakîne Cansiz û hevalên xwe li Dirbêsiyê hatin bibîranîn
9 ÇILE, 2022   17:18
HESEKÊ

Meş ji aliyê Kongra Star ve hate lidarxistin. Bi sedan şêniyê navenda navçeyê û gundewarên wê beşdarî meşê bûn. Di meşê de wêneyên her sê jinên têkoşer Sakîne, Fîdan û Leyla, rêber Abdullah Ocalan û alên Kongra Star hatin hildan.

Meş ji pêşiya Navenda Ciwanan dest pê kir û li Qada Şehîdan a rojavayê navçeyê veguherî mîtîngê. Beşdaran sloganên "Şehîd namirin û azadî ji rêber Ocalan re" berz kirin.

Endama Rêveberiya Kongra Star a Kantona Hesekê Sozdar Kurdman axivî û her sê şehîd bi bîr anîn û got: "Her sê şehîdan ji bo azadiya jina Kurd û pêkanîna azadiya gelê Kurd tê dikoşiyan."

Sozdar Kurdman têkildarî taybetmendiya şehîd Sakîne Cansiz û hevrêyên wê wiha axivî: "Sakîne tev li refên azadiyê bû da ku xaka Kurdistanê rizgar bike û parastina doz, ziman û çanda gelê Kurd bike ku dewleta Tirk a dagirker di dirêjahiya dîrokê de, hewldana qirkirina gelê Kurd dike. Her wiha li Ewropayê jî kar kir da ku dengê gelê Kurd bigihîne tevahiya cîhanê."

Sozdar Kurdman destnîşan kir ku piştî Sakîne Cansiz û hevrêyên xwe li Ewropa armancên xwe  pêk anîn, cîhan bi doza xwe û çanda gelê Kurd dan naskirin, dewleta Tirk ew şehîd xist ji ber ku ji vîna jina Kurd a azad ditirsiya.

Di dawiyê de Sozdar Kurdman got, serkeftinên ku jinan li Rojava qezenc kirin berhemên felsefeya rêber Abdullah Ocalan û fedekariyên şehîd Sakîne Cansiz û hevrêyên wê ne û got: "Jina Kurd tê koşiya û ji bo pêkanîna armancên Sakîne Cansiz, Leyla Şaylemez û Fîdan Dogan li ber xwe didin. Em ê şopdarên rêya şehîdan bin.''

(eh)

ANHA