Meşa jinên ciwan bi dawî bû: Pêngava "Tolhildana xwîna şehîdan "ragihandin

Yekitiya Jinên Ciwan a herêma Cizîrê ji bo bîranîna şehîdên Komkujiya Parîsê û şermezarkirina êrişên dewleta Tirk a dagirker meşek dirêj li dar xist. Meş ji navçeya Amûdê destpê kir û li Qamişloyê bi ragihandina pêngava  "Tolhildana xwîna şehîdan " bi dawî bû.

Meşa jinên ciwan bi dawî bû: Pêngava "Tolhildana xwîna şehîdan "ragihandin
Meşa jinên ciwan bi dawî bû: Pêngava "Tolhildana xwîna şehîdan "ragihandin
Meşa jinên ciwan bi dawî bû: Pêngava "Tolhildana xwîna şehîdan "ragihandin
Meşa jinên ciwan bi dawî bû: Pêngava "Tolhildana xwîna şehîdan "ragihandin
9 ÇILE, 2022   17:06
QAMIŞLO

Yekitiya Jinên Ciwan a herêma Cizîrê ji bo bîranîna şehîdên Komkujiya Parîsê û êrişên dewleta Tirk a dagirker meşek dirêj li dar xist. Meş vê sibehê ji navçeya Amûdê ber bi Qamişloyê ve dest pê kir.

Bi dehan endamên Yekitiya Jinên Ciwan, şêniyên navçeya Amûdê û endamên saziyên sivîl ên navçeyê tev li meşê bûn.

Xwepêşandêran ji Amûdê heta Qamişlo 23 km meşiyan û sloganên "Jin jiyan azadî", "Bijî berxwedana şehîdan", "Em ê tola xwîna şehîdên xwe rakin" û "Bijî berxwedana jina ciwan" berz kirin. Her wiha alên Yekitiya Jina Ciwan, wêneyên rêber Abdullah Ocalan û pankartên bi nivîsên cuda rakirin.

Bi dehan şêniyên Qamişlo û dayikên şehîdan pêşwaziya xwepêşandêran kirin. Paşê li pêşiya Navenda Tevgera Ciwanên Şoreşger ên Sûriyê kom bûn. Endama Rêveberiya Yekitiya Jinên Ciwan Newroz Hesen axivî. Newroz Hesen diyar kir ku bi rihê berxwedana jina ciwan ew ê li bajarê Qamişlo meşa xwe bi dawî bikin.

Newroz Hesen îşaret bi êrişên artêşa Tirk a 25`ê Kanûna borî kir ku di encamê de 6 endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger ên Sûriyê û Yekitiya Jinên Ciwan şehîd bûn û 3 kesên din jî birîndar bûn.

 Newroz Hesen da zanîn ku dewleta Tirk a dagirker bi van êrişan hewldana şikandina vîn û israra ciwanan dike û got: "Lê dê negihêje xwestekên xwe, ji ber ku her yek şehîd dibe, israra wan a li ser berxwedanê zêdetir dibe."

Newroz Hesen di dawiyê de got, ew ê bi armanca tolhildana xwîna hemû şehîdên xwe pêngavekê ragihînin  û bang li tevahiya ciwanan kir ku tev li vê pêngavê bibin.

(eh)

ANHA