Nivîsgehên parastina zarokan êrişên li ser zarokan şermezar kirin

Nivîsgehên parastina zarokan di şerên çekdarî de yên Minbic û Kobanê bi daxuyaniyan êrişên artêşa Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê şermezar kirin û bang li dewletên garantor kir kir ku dawî li êriş û sûcên li dijî zarokan, bînin.

Nivîsgehên parastina zarokan êrişên li ser zarokan şermezar kirin
9 ÇILE, 2022   16:44
NAVENDA NÛÇEYAN

Nivîsgeha Parastina Zarokan di Şerê Çekdar de ya Minbicê têkildarî êrişên duh yên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Kobanê ku di encamê de welatiyek şehîd bûn û 12 jî birîndar bûn daxuyaiyek dan.

Daxuyanî li parka giştî ya naverasta bajarê bi beşdarbûna endamên nivîsgehê hate xwendin, li

Endama rêveberiya nivîsgehê Nûr Qebirtay daxuyanî xwend.

Daxuyaniya Nivîsgeha Parastina Zarokan a di Nakokiyên Çekdarî de wiha ye: "Bakur û Rojhilatê Sûriyê ya biewle ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve bi balafirên bêmirov tê bombebarankirin, di encamê de bi dehan şehîd û birîndar dibin qurban.

Dewleta Tirk a dagirker Bakur û Rojhilatê Sûriyê topbaran kir û welatiyên li Kobanê dike hedef, li ser vê yekê welatiyek şehîd bû û 12 kesên din jî birîndar bûn, ji wan zarokê bi navê Ebdo Mistefa Henîfî yê 4 salî ku lingê wî hate jêkirin. Li Minbicê jî artêşa Tirk gelek gundên bakurê rojava kir hedef û di encamê de gelek zarok şehîd bûn.

Li ser vê yekê em bang li deste û rêxistinên navneteweyî yên parastina mafên mirovan û zarokan dikin ku van êrişên hovane şermezar bikin, her wiha belge bikin da ku sûcdar werin darizandin.

Li aliyekî din jî em bang li dewletên garantor dikin ku li hemberî van sûc û êrişên li dijî zarok û welatiyan, yekser destwerdanê bikin û dawî lê bînin."

KOBANÊ

Têkildarî heman mijarê Nivîsgeha Parastina Zarokan di Şerê Çekdarî de ya Kantona Kobanê daxuyaniyek da. Daxuyanî li pêşiya nivîsgehê bi beşdarbûna endamên nivîsgehê hate xwendin.

/ar/uploads/files/2022/01/09/140702_daxuyani.webp

Hevseroka Nivîsgehê Mizgîn Şêx Nebî daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser bajarê Kobanê û gundewarê wê hatin şermezarkirin.

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku zarokê bi navê Ebdo Mistefa Henîfî yê 4 salî ku di encama topbaranê Tirkiyê de lingê wî hate jêkirin û ev jî kiryarekî derexlaqî û mirovî ye.

Di berdewamiya daxuyaniyê de ev bang hate kirin: "Em bang li civata navneteweyî û rêxistinên mafên mirovan, her wiha rêxistinên mafên zarokan dikin ku destwerdanê bikin û dawî li sûcên ku Tirkiyê rojane li dijî sivîlên Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk tîne, bîne. Bêdengiya navnetweyî ya li hemberî van sûcan tê wateya ku di hedefgirtina kesên bêguneh de hevkar e."

(eh)

ANHA