Di salvegera şehadeta Sakîne, Leyla û Fîdan de banga xurtkirina têkoşînê hate kirin

Şêniyên Tebqa û Minbicê salvegera 9’an a komkujiya Parîsê û berxwedana her sê têkoşeran Sakîne, Leyla û Fîdan bi bîr anîn û bang li jinan kir ku têkoşîna wan berdewam bikin.

9 ÇILE, 2022   16:23
NAVENDA NÛÇEYAN

Şêniyên Minbicê salvegera 9’an a şehadet her sê têkoşeran Saknîne Cansiz, Leyla Şaylemez û Fîdan Dogan bi bîr anîn.

Di merasîma bîranînê de endamên saziyên sivîl û leşkerî bi taybet jin amade bûn. Merasîm li goristana şehîdan a rojavayê Minbicê bi rê ve çû. Beşdaran li ser gorên şehîdan mûm pê xistin.

Dûvre endama Kombûna Jinan a Zenûbiya Sena Receb axivî û wiha got: "Em îro ji bo giyana şehîdên xwe li vir in û ji bo têkoşîna wan a li dijî dijminên azadiyê serbilind in. Ji vê cihê pîroz ku şahideyê destanên lehengiyê yên birûmet in berxwedana şehîdên azadiyê silav dikin û giyana wan a pîroz silav dikin."

Li aliyekî din jî endama Meclisa Malbatên Şehîdan Hesna El-Zahir wiha got: "Li ser navên hevjîn, diyaik û xwişkên şehîdan am salvegera 9’an a komkujiya şehîdên Parîsê bi bîr tînin ku tê de Sakîne, Leyla û Fîdan bi destê faşîzma tirk şehîd bûne. Komkujiya ku dewleta tirk li dijî têkoşer Sakîne pêk aniye dijminahiya li dijî tevahî jinan e, lê berxwedana jinan li dijî vê faşîzmê daxmaya xwe li serdemê xist."

Hesna El-Zahir soza xwe ji şehîdan re ku faşîmza Tirk têk bibe û jiyaneke azad ava bibe nû kir û wiha bi dawî kir: "Bi vê yek em ê tola şehîdan hilînin. Em bang li tevahî jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Rojhilata Navîn û mirovahiyê dikin ku bi rihê sala nû tev li pêngava azadiyê bibin, berxwedanê li her derê bilind bikin, faşîzma Tikr hilweşînin û jiyaneke azad ava bikin."

TEBQA

Nivîsgeha Kombûna Jinan a Zenûbiya ya Tebqayê bi merasîmekê li hola civînan a navenda Çand û Hunerê ya Tebqayê bi beşdariya jinên bajêr komkujiya şehîdên Parîsê bi bîr anîn.

Merasîm bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir, dûvre endama rêveber a Meclisa Malbatên Şehîdan a Tebqayê Meryem Reşîd destnîşan kir ku ji ber têkoşer hewl didin maf û azadiya xwe bi dest bixin, rejîmên destpot wan hedef digire û hewl dide tevgera jinan felc bike.

Meryem Reşîd da zanîn ku divê tevahî jinên li gel wan fikirê azad heye, yê ku têkoşeran dest pê kiriye, rêça wan bişopînin û bibin xwedî vîn da ku metirsiyên xwe derbas bikin ku azadiya tevahî jinên cîhanê pêk bînin.

Meryem Reşîd di dawiyê de bang li tevahî jinan kir fikirê xwe bikin yek û xwedî li tevgera rizgariya jinan derkevin. Ji ber ev yek dozeke çarenûs e da ku li hember kesên vîna dikin hedef, azadiya wan kelepçe dikin û çanda wan diçewisînin, bisekinin.

Piştre dayikên şehîdan ên Tebqayê mûm li pêş wêneyên her sê têkoşeran pêxistin, di heman demê de sînevîzyonek li ser jiyan û têkoşîna wan hat pêşandan.

Merasîm bi diruşmên silavkirina şehîdan û têkoşîna jinan bi dawî bû.

(fr)

ANHA